Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Elî ewnî: Rêberê rêjîma Îranê di nava karûbarên welatên din de, destêwerdanê dike

21:04 - 24 Hezîran 2017

Kurdistanmedia: Helwêsta Elî Xamineyî rêberê rêjîma Komara Îslamiya Îranê derheq dijayetîkirina serxwebûna kurdistanê, bersiva tund ya karbidestên Herêma Kurdistanê li pey xwe hebû.

Li gor raporên belavbûyî ‘’Elî Ewnî ‘’ endamê serkirdayetiya PDKê li hevpeyvînekê bi kanala BBC re ragehand: ‘’Birêvebirina pirsa Rêfrandomê li Herêma Kurdistanê de li pileya yekem da pêwendî bi neteweya kurd û bixasmanî xelkê Başûra kurdistanê ve heye, û ew neteweya li gor konvansiyonên navneteweyî yên mafê mirovan û neteweyên yekbûyî, dikarin mafê xweseriya xwe diyarî bikin. Ew Rêfrandoma li derveyî Îranê bi rê ve diçe, û li ser karbidestên welatê Îranê û rêberê Îranê wacib e ku destêwerdanê di nava karûbarên welatên dewerê de nekin, û di xema welatê xwe bin.

Ewnî herwiha bas ji vê yekê kir ku: “Rêberê rêjîma Îranê ku bedela “pirsa serxwebûnê”, peyva ‘’qiseya serbixwebûnê ‘’ tîne, şaşiyan dike, û pirsa serxwebûnê qise nine, belku ew mijare çûye qonaxa cibecîkirinê de, û di roja 25`ê Septambera îsal de, wê bi rê ve biçe.

Navbirî herwisa got: “Çawa ku Xamineyî mafê xwe dizane li ser çarenivîsa Herêma Kurdistanê qise bike, dibe vî mafî jî ji me re rewa bizane, ku em jî derbarê kurdên Rojhelata Kurdistanê de biryaran bidin.

Elî Ewnî dibêje ku serxwebûna Kurdistanê dibe sedema tenahiya deverê.

Paş serdana Heyder Îbadî serokwezîrên Îraqê bo Îranê û hevdîtina wî bi Xamineyî re, Xamineyî dijayetiya xwe bi pirsa serxwebûna Kurdistane re da nîşandan.

Pirsa xweseriya Kurdistanê û diyarîkirina roja rêfrandomê ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve, dijkiryarên çend welatên cînar bi dû xwe re hebû, û di nav wan de dijayetiya welatê Îranê li hemiyan zêdetir berçav bû.

Dr. Ebdulrehman Qasimlo, derheq serxwebûna Kurdistanê dibije: Eger rojek kurd hevgirtî bin, û biryara serxwebûnê bidin, eva ne dabeşkirina sînorê çi welatekê ye, belkû yekbûn û ‘’hevgirtin‘’a axa kurdistanê ye.