Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelkê Îranê, xelkê herî nerehet û tûre ên cîhanê ne

14:35 - 25 Hezîran 2017

Kurdistanmedia: Rapora salane ya nirxandina fikaran a Galop xelkê Îranê, wekî xelkê herî tûre ên cîhanê bi nav kiriye.

Di rapora salane ya vê navendê de, %50 ji xelkê Îranê, û %49 ji xelkê Îraqê, û %47 ji xelkê Sûdanê, wekî welatên herî tûre û nerehet ên cîhanê hatin binavkirin.

Ew rapor bi lêkolîna li ser 142 welatên cîhanê hatiye amadekirin.
Di vê raporê de Yûnan jî, bi hebûna rêjeya %67 xelkê tûre, welatê herî pirr stress ê cîhanê ye.

Di Îranê de, giranî û jêhelbûna xercên rojane yê jiyanê, yek ji sedemên herî girîng ên zexta derûnî ya xelkê civaka me Îranê ne.
Di van salên dawiyê de, ji Wezareta Tendurustiyê ve bigre heya ku digihîje berpirsyarên Saziya Xweşbijîwiyê û derûnnasan jî, bi eşkere bas ji tûrebûn û pirr stresbûna xelkê Îranê kirine, û nekarîne vê yekê veşêrin. Di vê derheqê de Ebas`eliyê Ilahyarî serokê sîstema derûnnasî û hemşêviriya Îranê, bas ji nebûna sebr û tehemulê di nava Îraniyan de kiribû.

Wî ragehandibû ku xelkê me strese û dilekutkêyeke zêde hene, û nikarin hev tab bikin, û pîvana sebra civakî di Îranê de, li ser asta cîhanê çar pileyên din jî daketiye.