Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nîkî Hîlî: Rejîma Îranê wê bibe xwediyê çeka etomî

17:24 - 28 Hezîran 2017

Kurdistanmedia: Nîkî Hîlî balyoza Amerîkayê di NY de, derbarê destpêregihîştina Îranê bi çeka navikî û radestkirina van çekan bi girûpên terorîstî nîgeraniya xwe eşkere kir.

Li gora nûçegihaniyan, Nîkî Hîlî balyoza Amerîkayê di NY de, di komîteyeke ne fermî ya meclisa nûneran a Amerîkayê de, ragehand ku ew bawer e ku lihevkirina etomî digel Îranê ku di dema dewleta Obama de hate wajokirin, tenê dikare derengtir destê Îranê bigehîne çeka navikî. Wê got: Ew yek dikare ew metirsiya hebe ku rejîma Îranê vê çekê bide terorîstan jî.

Nîkî Hîlî balyoza Amerîayê di NY de, bas ji wê kir ku wan gellek pere xiste nav lepê Îranê de, da ku vî karî bike, û rejîma Îranê pêwendiya wê bi hemû wan girûpan re ye ku em hewl didin wan têk bişkînin. Wê zêde kir ku Îranê piştgiriya xwe ji du girûpên terorîstî di sînorê digel Îsraîlê re zêde kiriye.