Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka: Îranê tu hewlek nedaye, bo nehêştina kêşeya qaçaxa mirovan

17:26 - 28 Hezîran 2017

Kurdistanmedia: Wezareta Karê Derve a Amerîkayê roja Sêşemiyê 6`ê Pûşperê rapora xwe ya salane derbarê qaçaxa mirovan di cîhanê de belav kir. Ew rapor nîşan dide ku Îran di rîzbenda sêyem ya qaçaxa mirovan de ye.

Tîlirson Wezîrê Karê Derve ê Amerîkayê di dema xwendina vê raporê de, ku bi amadebûna Trump serkomarê Amerîkayê û keça wî Îvanko, di Wezareta Karê Derve ê Amerîkayê de bi rê ve çû, got: Bi Hezaran jin û zarok di raserî cîhanê de, têne qaçaxkirin, û ew yek şêweyek koletiya modern e.

Li gora nûçegihaniya Fransayê rapora salane ya Amerîkayê bas ji çend şêweyên qaçaxa mirovan kiriye. Şêweya yekem ew welat in, ku hebûna kêşeya qaçaxa mirovan qebûl kirine, û bo nehêştina vê kêşeyê hewl didin. Şêweya duyem û sêyem pêwendî bi wan welatan ve heye, ku ew kêşeya bi fermî nas kirine, û tu hewlek bo nehêlana wê nedane, yan wê bi fermî nas nakin, ku Îran di vê astê de ye.

Li ser bingeha wan raporên ku heta ji aliyê nûçegihaniyên fermî ên Îranê ve jî hatine belavkirin, Komara Îslamiya Îranê hinek ji hevwelatiyên Efxanistan û Pakistanê li jêr navê parêzerên “Herem”an dişîne şerê Sûriye û Îraqê.

Di beşeke din ya vê raporê de ji Îranê daxwaz hatiye kirin ku rêz ji yasayên navneteweyî bigre, û hewlên zêdetir bide bona vedîtina torên qaçaxa mirovan û tora qaçaxa cinsî. Li gora gotina Tîlirson Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê, li sertaserî cîhanê de, nêzî 20 milyon kesî qurbaniyê qaçaxa mirovan in. Wî ragehandiye ku Kureya Bakur ku yek ji mînakên herî xirap ên qaçaxa mirovan heye, di navbera 50 heya 80 hezar mirovî neçar bi karkirina li derveyî welat kiriye, ku piraniya wan di Çîn yan Rûsiyê de ne, û hiqûqê wan rasterast digihîje Kureya Bakur.