Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê dev ji Efxaniyan bernade

20:48 - 1 Tîrmeh (Temûz) 2017

Kurdistanmedia: Sê milyon Efxanistanî bêy nasname di Îranê de dijîn ku du milyon ji wan bê nasname ne, û rejîma Îranê wan dibe şerê di Sûriyê de.

Rojnameya New York Times di mijarekê de bas ji birina penaberên Efxanî bo şer kiriye, û bas ji vê dike ku şer û hejariyê xelkê Efxanistanê wekî ker û peşkên bombeyan li her cihekî cîhanê belav kiriye, û di encamê de bi milyonan Efxanî di nava kempên penaberan de li Îran û Pakistanê û derdora kendawê de dijîn. Lê niha her ew penaberên Efxanî neçar in ku pê dadinên nava erdnîgariyeke nû de, ku ew jî, qada şerê li Sûriyê de ye.

Yek ji wan Efxaniyên ku rejîma Îranê xwastiye bibe şer, bi Rojnameya New York Times ragehandiye, ku berpirsên Îranî bi vî ragehandin ku hekî ew here şerê li Sûriyê, ewê hem nasnameyê wergire, û hem jî cardin nahê dîportkirin û mehê 800 Dolarî jî wê bidin wî.

New York Times îşarê bi vê dike ku di sala 2013`an de, dema ku arteşa Esed lawaz bû, û deshilat dikete destê serhildêran de, Îranê bi milyardan Dolarî rijande Sûriyê de, û hêzên Hizbullahê anîn wir, û dest kir bi anîna milîşên Şî`e ji Îraq, Efxanistan, Pakistan û navçeyên din bo Sûriyê. Çêkirina gurdana Fatimiyon jî destpêkê di nava Hezareyên Şî`e ên Efxanistanê de bû, lê piştre berfirehtir bû, û ji hemû pêkhateyên Efxanî pêk hat.

Rejîma Îranê ku ji rewşa xirap ya jiyana Efxaniyan bo pêşvebirina berjewendiyên xwe mifahê werdigre, niha zêdetir ji her demekê bi sedema ragirtina dehsilata dîktatorekî wekî Beşar Esed ji aliyê civaka cîhanî vet ê rexnekirin.