Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

120 hezra zarokên Belûç ji mafê xwendinê hatine bêparkirin

20:29 - 3 Tîrmeh (Temûz) 2017

Kurdistanmedia: Serokê Civata Nûnerên Sîstanê di meclisa rejîmê de ragehand: Berevajiyê amarên dewletê rêjeya rasteqîne ya zarokên bêpar ji xwendinê di vê parêzgehê de 120 hezar kes e.

Roja Yekşemiyê 11`ê Pûşperê di gotûbêjekê de digel malpera Xanêyê Milet Mihemed Ne`îm Emînîferd ragehand: Aliyê kêm 120 hezar zarokên Belûç ji mafê xwendinê, bêpar in, ku sedemên sereke ên wê pêk tên ji: Nebûna nasname, destpêrenegihîştina bi navendên xwendinê, nebûna dadperweriya fêrkarî û lawaziya biyavê kulturî.

Li gor gotina navbirî, %70 a wan zarokan ku li bajarên Îranşar,Çabehar, Kenarek, Nîkşehr û Serawanê dijîn, xwedînasname nînin, û pêştir jî di sala 1390`î de, navenda lêkolîna meclisê ragehandibû ku li gora serjimêriyên sala 1385`an zêdetir ji 3 milyon zarok di Îranê de, ji mafê xwendinê hatine bêparkirin, ku sedema sereke ya wê pêk tê ji: Hejarî û destengiya malî, nebûna fezayê taybet bo xwendinê, dûriya xwendingehan, û duzimanîbûna xwendinê.

Di meha Rezber a sala borî de jî, nûçegihaniya Tesnîm di raporeke wêneyî de, avirek dabû rewşa şepirze ya xwendinê li parêzgeha Sîstanê de, û tê de hişdarî dabû derheq egera devberdana zêdetir ya zarokan ji xwendinê, ew jî bi sedema nebûna kelûpel û hewcehiyên xwendinê, bo mînak nebûna ava vexwarinê, û nebûna cantayên xwendingehê, û nebûna pênûs û pertûk û …hwd.

Li gora hinek amarên fermî tenê li parêzgeha Sîstanê pêwîstî bi aliyê kêm 8 hezar mamosta û 800 hezar metrî rewşa hêjayî fêrkariyê heye, pirsek ku çendîn sal e, çalakên vê herêmê bas jê dikin, lê tu demekê ji aliyê rejîma Îranê ve bersiva wan nehatiye dan, û hatine piştguhxistin.

Heyamekê berî niha rojnameya Şerq, di lêkolîneke meydanî de, eşkere kiribû, ku dersxwanek hekî bixwaze bi awayekî gellek asayî, di xwendingeheke hikûmetî û bi dûr ji têçû û xercên zêde, (wate tenê bi cîbicîkirina pertûk û tênûs û pênûs û canta û …hwd) here xwendingehê, dibe 700 hezar Tûmenî pere xerc bike, helbet ev xerc, cuda ye ji vê perê ku di bin navê alîkarîgehandina bi Felestîn û zarokên Sûriyê, û dabînkirina sotemeniyê û kirîna kaxezên Îmtihanê û …hwd, ji zarokan tê wergirtin, eva jî di demekê de ye, ku li gora esla 30 ya yasya bingehîn a Komara Îslamî erk û wezîfeya ser milê dewletê ye, ku hewcehiyên xwendinê bo hemû rûniştiyên Îranê heya dawiya qonaxa navendî dabîn bike.