Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Semînarek derheq 28.mîn salvegera şehîdên Viyenê li bajarê Silêmaniyê bi rê ve çû

22:16 - 3 Tîrmeh (Temûz) 2017

Kurdistanmedia: Semînarek bo yad û bîranîna 28.mîn salvegera şehîdkirina rêberê navdar ê Kurd Dr. Qasimlo û hevalên wê li bajarê Silêmaniyê bi rê ve çû.

Li gora nûçeya ku gihîştiye malpera Kurdistanmedia, roja Yekşemiyê 11`ê Pûşperê li hola Azadî ya bajarê Silêmaniyê semînarek bo yad û bîranîna 28.mîn salvegera şehîdê navdar ê Kurd Dr. Qasimlo û hevalên wî bi rê ve çû.

Destpêka semînarê bi sirûda Ey Reqîb û ragirtina deqeyekê bêdengî bo rêzgirtina ji riha pak ya Dr. Qasimlo û tewahiya şehîdên Kurdistanê bi rê ve çû.

Piştre Tahir Mehmûdî berpirsê ofîsa nûnertiya PDKÎ li Silêmaniyê bixêrhatina mêhvanan kir.

Ew semînar ji du teweran pêk hatibû, ku di destpêkê de, Mihemednezîf Qadirî endamê Deftera Siyasî a PDKÎ li ser hêz û şiyana Dr. Qasimlo di rêberîkirina hizbê, û herwisa di qada dîplomasiyê de mijareke pirr nawerok pêşkêş kir.

Navbirî di axaftina xwe de ronahî xiste ser helwestên bilind û bi cî ên neteweyî ên Dr. Qasimlo, qonaxên jiyana siyasî ya wî di PDKÎ de, û rola wî hem di PDKÎ û hem di nava tevgera rizgarîxwaziya Kurd de.

Piştre Ebû Tara endamê mekteba siyasî ya Hizba şiyû`î li ser dûrbîniya Dr. Qasimlo û taybetmendiyên şoreşgerane ên navbirî li ser tevgera rizgarîxwaziya Kurd qise kir. Tara di axavtina xwe de, bas ji wan deman kir, ku digel rêberê şehîd Dr. Qasimlo kar kiriye û bas ji kesayetiya bilind ya wî di birêvebirina PDKÎ de kir.

Herwisa di vê semînarê de, hejmareke berçav mamostayên zankoyê, kesayetî û rewşenbîrên Silêmaniyê, û kanalên ragehandinê ên serbixwe û hizbî beşdar bûn.