Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hikûmeta Herêma Kurdistanê topbaranên rejîma Îranê mehkûm dike

15:04 - 5 Tîrmeh (Temûz) 2017

Kurdistanmedia: Hikûmeta Herêma Kurdistanê tevî vê ku topbaranên navçeyên sînorî ji aliyê rejîma Îranê ve mehkûm dike, û konsolê giştî ê rejîma Îranê jî vedixwîne.

Nûçegihaniyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di raporekê de belav kirin, ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bombebaranên van dawiyane ên navçeyên sînorî ên Herêma Kurdistanê ji aliyê rejîma Îranê ve şermezar dike.

Di vê daxuyaniyê de hatiye: Eva di demekê de ye ku em pabend in bi binemayên cînarekî baş, û destêwerdan nekirina di nava karûbarên yektir de, û em aliyek nînin ji kêşeyên di navbera rejîma Îslamiya Îranê, û girûpên opozisyonê û kêşeyên di navbera wan de.

Herwisa Hikûmeta Herêma Kurdistanê bas ji vê kiriye, ku Em naxwazin di bin vê perdeyê de, rûniştiyên medenî ên Herêma Kurdistanê di navçeyên sînorî, wekî koçer û gundnişîn, bibin qurbaniyê bombebaranê û topbaranên rejîma Îranê.

Herwisa Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragehandiye: Hikûmeta Herêma Kurdistanê di demekê de ku vê yekê şermezar dike, hevdem daxwaz ji rejîma Îranê jî dike, ku dev ji êrîşkirina li ser xelkê medenî û xaka Herêma Kurdistanê berde.

Herwisa Hikûmeta Herêma Kurdistanê gazî konsolê giştî ê rejîma Îslamiya Îranê dike û ragehandiye ku armanc ji vê vexwandinê bo gehandina peyam û helwesta nerazîbûnê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, da ku vê peyamê bigehînin paytexta xwe.

Roja Duşemiyê topxaneyên rejîma Îranê navçeyên sînorî ên Başûra kurdistanê bi dirêjahiya 15 km topbaran kirin.