Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Welîd Conbelat: Rejîma Îranê rejîma Sûriyê ji hiloşînê parastiye

17:05 - 9 Tîrmeh (Temûz) 2017

Kurdistanmedia: Welîd Conbelat rêberê Hizba Sosyalîst a Pêşkevtî ya Lubnanê ragehandiye ku Îran û Tirkiye li pey zêdexwziyê di Sûriyê de ne.

Welîd Conbelat rêberê Hizba Sosyalîst a Pêşkevtî ya Lubnanê ku rêberê firqeya Dirûziyên Lubnanê ye jî, di gotûbêja bi rojnameya Erebî ya El-heyat re ragehand ku yekbûna dîtingehan li ser Sûriyê, sedem û hokara herî girîng e bo domandina alîkariyên di navbera Amerîka û Rûsiyê de ne, û piştre jî Îran û Tirkiye ne, ku bernameyên cuda hene, û li pey armancên xwe yên taybetî û zêdexwaziyê ne.

Wî derheq axavtinên Nesrullah rêberê Hizbullahê jî ku gotibû şandina şerkerên me bo Sûriyê, bo dijayetiya digel êrîşa Îsraîlê bo ser Lubnanê bûye got: Lubnanê gellek nirxên mezin di pirsa Sûriyê û Felestînê de dane, dibe ku em niha şûnda çek û cebilxaneyên Lubnanê bo parastina dewleta Lubnanê bi kar bînin.

Wî Tirkiye jî bi tundî rexne kir û got: Xetayê mezin ê Tirkiyê îzindan e bi hezaran cîhadiyên ku ji sînorên wan re derbaz bûne.