Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Spaha Pasdaran a terorîst çiyayên Serdeştê topbaran kirin

20:59 - 9 Tîrmeh (Temûz) 2017

Kurdistanmedia: Hêzên rejîmê û bi taybetî hêza topxane ya Spaha pasdaran çiyayên Serdeştê topbaran kirin.

Nûçegihaniya Kurdistanmedia ji Serdeştê ragehand ku roja Şemiyê 17`ê Pûşperê Spaha Pasdaran a terorîst bi awayê heremekî û bi giranî çiya û bilindahiyên Serdeştê û derodrê daye ber top û katiyoşayan.

Nûçegihanê malpera Kurdistanmediaji Serdeştê ragehand ku Şemiyê 17`ê Pûşperê Spaha Pasdaran li navçeya Herzene ya Serdeştê bi hêceta hebûna hêza pêşmerge ew navçane topbaran kirine.

Di van topbaranan de, xisareke zaf ya madî gihaye xwezaya vê navçeyê, û ji zirarên canî jî tu zanyariyek li ber dest nine.

Herwisa roja Duşemiyê 12`ê Pûşperê demjimêr 5-8`ê sibehî binkeyên leşkerî ên rejîma terorîst ya Îranê, navçeyên sînorî ên di navbera Rojhilat û Başûr li Herêma Kurdistanê topbaran kirin.

Piştî vê topbaranê Hikûmeta Herêma Kurdistanê gazî konsolê rejîma Îran li Hewlêrê kir û hişdar da Tehranê, ku serweriya xaka Herêma Kurdistanê, biparêze.

Di vê derheqê de roja 14`ê Pûşperê Mihemed Pakpûr fermandê hêza bejahî a Spaha Pasdaran a terorîst gef li PDKÎ xwar. Di vê derheqê de, Hesen Şerefî cihgirê sekreterê giştî ê PDKÎ di gotûbêjekê de, bi televîzyona Rudawê re ragehand ku rejîma Îranê her kiryarekê bike,wê poşman bibe.