Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsraîl: Nabe rejîma Îranê di başûra Sûriyê de be

15:43 - 10 Tîrmeh (Temûz) 2017

Kurdistanmedia: Îsraîlê ragehandiye ku ew piştgiriyê dikin, ji agirbesa di başûra rojava ya Sûriyê de, ku bi navbeynkariya Amerîka û Rûsiyê pêk hatiye, lê nabe hêcet bikeve dest Îranê û girûpên ser bi Îranê, da ku têkevin nava başûra Sûriyê de.

Netanyaho serokwezîrê Îsraîlê, di vê derheqê de ragehandiye ku Îsraîlê dgel Amerîka û Rûsiyê jî ew mijar bi hûrî gotûbêj kiriye, û wan jî soz daye ku guh bidin boçûnên Îsraîlê.

Netanyaho ragehandiye ku ew pêdagiriyê li ser parastina xetên sor dikin, ku ew xetên sor jî, pêşîgirtina ji çekdarkirina Hizbullahê ji riya Sûriyê ve, pêşîgirtina ji berhevbûna hêzên Hizbullah û Îranê di pişt sînorên Îsraîlê û pêşîgirtina ji berdewamiya hebûna leşkerî ya rejîma Îranê li pişt sînorên Îsraîlê ye.

Îsraîlê di van şeş salan de ku şerê navxweyî heye di Sûriyê de, gellek caran êrîşî ser hin hêz û binkeyên terorîstan kiriye, ku ew hêz jî Îranî û Hizbullahî bûne.

Agirbesa roja borî, hewla herî nû ya navendên navneteweyî bo gihîştina bi aştiyê di şerê navxweyî ê Sûriyê de ye.