Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sê Almanî derheq pirsa navenda etomî ya Erakê hatin destbiserkirin

15:46 - 10 Tîrmeh (Temûz) 2017

Kurdistanmedia: Polîsên Almanyayê sê Almanî bi tawana firotina pêwîstiyên navenda ava giran ya Erakê detsbiser kirin.

Di vê derheqê de, weşana Wîklî Istandard a Amerîkayê jî derheq pirsa pirograma navikî a Îranê nivîsand: Rapora saziyên Îtila`atî ên Almanyayê nîşan dide, ku Îran niha mijûlî encamdana çalakiyan bo destpêregihîştina bi teknolojiya geşepêdan û jêhelbirina asta çekên xwe ên navikî û pirograma mûşekî ye.

Li gora vê belavokê, ew raporên ku ji Hamborgê gihîştine dest wan, nîşan dide ku Îran piştî îmzekirina Bercamê, li pey teknolojiya mûşekî ya hewce bo pirograma xwe ye.

Berpirsyarên Îtila`atî ên Alman ragehandine ku ew pêwîstiyên ku bo rejîma Îranê û navenda navikî hatine şandin, dikare guherînê di pilotinyomê de bike, bo çêkirina çeka navikî. Eva di demekê de ye ku Îranê li çarçoveya Bercamê de qewl daye ku navenda Erakê ragire.

Di belgeyeke 180 rûpelî ya Ajansên Îtila`atî ên Almanyayê de hatiye, ku rejîma Îranê li pey peydakirina kelûpelan û zanista berfirekirin û geşepêdana çekên kuştara bikom û teknolojiya mûşekî ye, û saziyên Îtila`atî ên Alamanyayê di van belgeyan de, 49 caran Îran bi ajantiya saybirî û piştgiriya Hizbullahê tohmetbar kiriye.

Herwisa li gora van belgeyan, alîkarî di navbera kompaniyên Çînî û rejîma Îranê li ser mûşekên Balistîk heye, ku ew kompaniya Çînî di Alman de ye.