Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sekreterê giştî ê PDKÎ mêhvandariya malbatên şehîdên nû ên Rasanê kir

18:23 - 15 Tîrmeh (Temûz) 2017

Kurdistanmedia: Desteyek din ji xortên Demokrat tevlî refa serwerên dîrokê bûn.

Piştî şer û pevçûnên di navbera pêşmergeyên PDKÎ û dijîgeliyên Komara Îslamî di destanrêsiya Qereseqel û Kosalanê de, ku sala borî rû da, desteyek ji pêşmergeyên PDKÎ çarenûsa wan nexûya bû, mixabin piştî şopandineke bi hûrî û çavnihêriyeke zaf ya PDKÎ û xelkê navçeyê, û endamên teşkîlata navxwe, tu şûnpiyek ji wan hevçeperên me nehate dîtin, û eşkere bû ku ew hevalên me di nava agirê kerb û kîn û bêrehmane ên dijminan de şehîd bûne.

Ew hevalên ku eşkere bûye ku di şerê li djî tarîperestiyê de şehîd bûne, ew in: Şehîdan Bêhzad Pîrotî kurê Husên di destanrêsiya Qereseqelê de şehîd bûye, şehîd Elî Mehmûdî naskirî bi Şemal kurê Kerîm di destanrêsiya Qereseqelê de şehîd bûye, û herwisa Şehîdan Mêhdî Şêxî kurê Hemexan, Efşar Sûre Bûme kurê Mehmûd, Barzan Husênî kurê Osman, Ruhullah Heyderî kurê Mihemed, Sahib Husênî kurê Ezîz, û Hîwa Qurbanî kurê Hesen.

Îro Duşemiyê 24`ê Pûşperê sekreterê giştî ê PDKÎ mêhvandariya malbatên serbilind ên wan şehîdan kir, û tevî eşkerekirina mixabiniya xwe û PDKÎ derheq şehîdbûna xortên emegdar ên hizbê, ew xatircem kirin ku rêbaza wan heya ser dirêjî dibe, û rêvîngên riya wan, ji caran bigurrtir, ji bo bidetsveanîna armancên şehîdan, wê xizmeta gel û nîştiman bikin.

Roja 26`ê Cozerdana 1395`an hêzên dijîgelî ên rejîmê bi çavsaxiya taqmeke xwefiroşên qirêjxwar, gundê Qereseqel a Şinoyê dorpêç kirin, ku desteyek ji dersxwanên rasteqîne ên serdarê demokrasiyê di nava xwe de dihewandin. Wan egîdên Kurdistanê, agir berdane cendekê dijminên azadiyê, û stûnên lawaz ên spaha tarîperest xistin lerzînê, û wekî qehremanên xebata çekdarî a sala 1346-1347`an, ku girava aram ya Mihemedriza şah hejandin, wan jî hemaseya Qereseqelê afirandin, û bi rasana çiya, ava mend ya Tehranê şilqandin.

Herwisa roja 5`ê Pûşpera sala 1395`an, di demekê de ku hêşta birîna kûr ya şehîdbûna şeş pêşmergeyan li Şinoya serbilind necebirîbû, cardin nûçeyeke dilêş hate belavkirin, û pêşmergeyên PDKÎ piştî afirandina destanrêsiya jibîrnekirî a Kosalan canê xwe kirin goriyê azadiyê.

border=0
Sekreterê giştî ê PDKÎ mêhvandariya malbatên şehîdên nû ên Rasanê kir

border=0
Sekreterê giştî ê PDKÎ mêhvandariya malbatên şehîdên nû ên Rasanê kir