Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di roja 22`ê Pûşperê de peyman digel rêbaza Qasimlo hate nûkirin

15:11 - 16 Tîrmeh (Temûz) 2017

Kurdistanmedia: Bi boneya 22`ê Pûşperê 28.mîn salvegera şehîdkirina Dr. Qasimlo û hevalên wî, merasimek di binkeya Deftera Siyasî ya PDKÎ de bi rê ve çû.

Piştînîvroya roja Pêncşemiyê 22`ê Pûşperê, Bi boneya 22`ê Pûşperê 28.mîn salvegera şehîdkirina Dr. Qasimlo û hevalên wî bi beşdariya Mistefa Hicrî sekreterê giştî ê PDKÎ, rêberayetî, kadr û pêşmerge, malbatên wan, û çendîn alî û hizbên siyasî û mêhvanên beşdar, rêûresmek bi rê ve çû. Di vê merasimê de piştî xwendina sirûda Ey Reqîb û ragirtina deqeyekê bêdengî bo rêzgirtina ji riha pak ya şehîdên hizb û gel, Mistefa Hicrî sekreterê giştî ê PDKÎ axavtinek kir.

Navbirî di beşeke axavtina xwe de ragehand: Di meha Pûşperê de rûdawên din jî hebûn, wekî şehîdbûna Seyîd Selam Ezîzî endamê Deftera Siyasî ya PDKÎ, û şehîdkirina desteyek ji pêşmergeyên PDKÎ di encama xebata nû ya Rasanê de.

Hicrî di beşeke axavtina xwe de got: Pîlana terorkirina Dr. Qasimlo pîlanek e ku ji bilî Îraniyan gellek kêm hebûye ku aliyek, bi armanca jinavbirina aliyekî din, maseya diyalogê bi kar bîne.

Herweha navbirî bas ji pêdagiriya gelê Kurd li ser xebatê piştî derbazbûna 28 salan bi ser şehîdkirina Dr. Qasimlo re kir.

Di naveroka merasimê de, helbestek ji aliyê Gulbax Behramî ve, li jêr navê Xakîpoşan hate pêşkêşkirin, sirûdek li jêr navê Qasimloyê rêber ji aliyê koma muzîkê ve hate pêşkêşkirin, peyama rêkxirawên jinan, Lawan, Xwendekaran, ji aliyê Selam Îsma`îlpûr endamê heyeta Îcrayî ya Yekîtiya Xwendekarên Demokrat ên Kurdistana Îranê ve hate xwendin, helbestek ji aliyê helbestvan Şerîf Felah ve li jêr navê Ronakiyek le şewezengda hate pêşkêşkirin.

Ew rêûresm bi pêşkêşkirina du sirûdan li jêr navên Rêberî Dana û Rêberî mezin û zana bi dawî hat, ku her du ji aliyê koma muzîkê a PDKÎ û ji aliyê zarokên Navneda Nêrgiz ve hatin pêşkêşkirin.

Çendîn hizb û partî û aliyên siyasî bi boneya 28.mîn salvegera şehîdkirina Dr. Qassimlo peyamên taybet bi vê rojê şandibûn ku ew bûn:

-Partiya Demokrata Kurdistanê
-Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê
-HIzba Şiyû`î ya Kurdistanê
-Tevgera Goran
-Yekîtiya Zanayên Ayînî ên Kurdistanê
-Rêkxirawa Geşeya Lawên Kurdistanê
-Birêveberiya Tendurustiya Koyê