Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mes`ûd Tek serokê giştî ê PSK peyameke sersaxiyê ji PDKÎ re şand

16:12 - 21 Tîrmeh (Temûz) 2017

Kurdistanmedia: Piştî ragehandina nûçeya şehîdbûna desteyek ji pêşmergeyên PDKÎ serokê giştî ê PSK`ê Mes`ûd Tek peyameke sersaxiyê ji PDKÎ re şand.

Piştî bêserûşûnbûna çend pêşmergeyên PDKÎ di encama şer û pevçûnên sala borî di navçeyên Kosalan û Qereseqelê, û şehîdbûna çend pêşmergeyên qehreman ên PDKÎ, piştî berxwedaneke bêhempa, û afirandina destanrêsiyeke bê mînak,ku derbeke jibîrnekirî li cendekê kirêgirtiyên rejîmî hov û wehşî ya Îranê xistin, mixabin çarenûsa çend pêşmergeyan nexûya bû. Lê piştî debazbûna salekê bi ser vê bûyerê re,û şopandina bi hûrî ya vê bûyerê, mixabin çi şûnpiyek ji wan nehate dîtin û PDKÎ şehîdbûna wan ragehand.

Her piştî ragehandina vê nûçeyê, li navxwe a Kurdistanê û li derveyî Kurdistanê endam û dost û alîgirên PDKÎ bi her awayekî ku ji destê wan hat, ew şehîd bi bîr anîn û tevî PDKÎ hevderdî kirin.

Yek ji wan dost û hevalên PDKÎ birêz Mes`ûd Tek bû, ku bi şandina peyamekê ser navê xwe û partiya xwe hevderdî digel PDKÎ kir.

Deqa peyama navbirî bi vî awayî ye:

Bo Serokatiya Hizba Demokrata Kurdistana Îranê,

Hevalên tekoşer,


Bi dax û kesereke gellek mezin, me bîhîst ku 8 Pêşmergeyên Rasanê, 8 revîngên rêka Peşava, Qasimlo û Şerefkendî, ku ji sala borî ve, tu agadarî û zanyariyek ser wan tunebû, hate ragehandin ku ew jî tevlî kervana şehîdên Kurdistanê bûne, û ew karwan dirêjtir kirine.

Ez bi navê hemû kadr, endam û aligîrên PSK, serxweşiya xwe pêşkeşê we, bi rêka we ve,li malbat û hevsengerên şehîdan dikim.

Ruhê wan şad, rêka wan berdewam be.

15 Tîrmeh 2017

Mes`ûd Tek
Serokê Giştî