Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Spah û besîc di Îranê de amadekariyan bo şer li dijî Herêma Kurdistanê dikin

15:41 - 22 Tîrmeh (Temûz) 2017

Kurdistanmedia: Binkeyên Besîc ên ser bi Spaha Pasdaran, daxwaz ji endamên xwe kirine da ku xwe ji bo şerê li dijî Hikûmeta Herêma Kurdistanê navnivîsî bikin.

Li gora hin çavkaniyan, hêzên Kurd ên endam di besîc û spahê de, ragehandine ku ew amade nînin ku şerê pêşmergeyên Herêma Kurdistana Başûr bikin.

Rejîma Îranê ku hertim dijminê Herêma Kurdistanê bûye, û çavên wê ba negirtine ku pêşkevtinên wê bi çavên xwe bibîne, lê bi berçav xwe dostê wê herêmê nîşan daye, niha ku biryar e referandom bê kirin bo serxwebûna Kurdistanê, bi hemû awayekî û hemû pilanekê dixwaze pêşiya birêveçûna wê rapirsiyê bigre.

Her di vê derheqê de, Elî Şemxanî kargêrê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî a Îranê ragehandiye: Herçend renge bi berçav ew mijara referandomê balkêş be, lê ew yek dibe sedema bi tenê man, û zexta li ser Kurdên Îraqê û lawaziya Kurdistanê û di dawiyê de jî lawaziya hemû Îraqê.

Lê serbarê wna gefxwarinên wan, bi taybetî hewldan bona pêkanîna nakokiyan di navbera partiyên bibandor ên vê beşê de, serokê Herêma Kurdistanê ragehandiye ku ew ji biryara xwe paşve venagerin.