Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên ewlekariya Îranê dikanên Behayiyayn dadixin

15:47 - 23 Tîrmeh (Temûz) 2017

Kurdistanmedia: Cihê kar ê aliyê kêm 11 hevwelatiyên Behayî di Urmiyê de, ji aliyê hêzên Îdareya Emakin ve hatin daxistin.

Li gora raporan, di vê derheqê de aliyê kêm 9 hevwelatiyên Behyaî jî li Xuremşehrê de, bi awayên cuda bo Îdareya Emakinê hatine gazîkirin, û gef li wan hatine xwarin ku hekî ew di dema boneyên meshebî ên xwe de dikanên xwe daxin, ewê dikanên wan polomp bikin.

Nûçegihaniya HRANA organa çalakên mafê mirovan di vê derheqê de ragehand, ji roja 28`ê Pûşperê ve wezîfedarên Îdareya Emakin a Urmiyê dest bi polompkirina cihê kar û kasibiya Behayiyan kirine.

Li gora yasaya kar, her kes dikare di salê de, cihê kar û kasibiya xwe,tenê heya 15 rojan bi bê sedemeke taybetî dabixe, wekî din, dibe îznê wergire, lê zexta li ser Behayiyan ji aliyê hêzên rejîmê ve her sal zêdetir dibe, û bo polompkirina dukanên wan li hêcetan digerin.

Hêjayî basê ye ku ola Behayî ji aliyê Mîrza Husên Elî Nûrî, naskirî bi “Behaullah” di sedsala 19’an de hatiye avakirin. Peyrewên vê olê bawerî bi vê yekê hene ku Behaullah (1817-1892) piştî pêxemberên wekî Îbrahîm, Mûsa, Bûda û Zerdeşt û Mesîh û Mihemed, pêxemberê herî nû ye. Li gora zanyariyan niha 7 milyon û 800 hezar kes peyrewên ola Behayî ne, û navenda cîhanî ya Behayiyan di bajarê Heyfa a welatê Îsraîlê de ye.

Ew ol, li gora vegeşandinê di welatên cur bi cur de, piştî Mesîhiyetê wekî duyemîn ola cîhanê tê hesibandin. Peyrewên Behayiyetê li Îranê li jêr deshilata Komara Îslamiya Îranê de, di bin zext û givaşeke bê qas de ne, û rê bi belavkirina vê olê di Îranê de nahê dayîn.