Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gola Urmiyê wê jiyana 14 milyon kesî bixe metirsiyê de

16:56 - 24 Tîrmeh (Temûz) 2017

Kurdistanmedia: Birêvebirê giştî ê çavdêrîkirina kirîzan a parêzgeha Urmiyê hişdarî daye ku hekî gola Urmiyê nehê vejiyandin, zêdetir ji 14 milyon kesî, jiyana wan wê di metirsiyê de be, û cureyên nexweşiyan gefan li wan dixwe.

Li gora rapora nûçegihaniya HRANA, civîna vejiyandina gola Urmiyê, bi beşdariya berpirsyarên pêwendîdar bi rê ve çû, û di vê civînê de Ce`iferî ragehand ku navçeya Miyandoawê roleke mezin û girîng di vejiyandina gola Urmiyê de heye, û berpirsyarên pêwendîdar di vê herêmê de dibe bi rol û erka xwe rabin.

Lê di heman demê de, navbirî xwest ku kêmkarî û xemsariya dewletên yek li dû yekê derheq kêmbûna ava gola Urmiyê bipeçêve, û got: Hişikbûna gola Urmiyê tenê girêdayî bi dewletan nine, û guherîna rewşa hewayê, hişiksalî, zêdebûna bikaranîna avê, hokarên mirovî û kêmiya barînê wekî sedemên hişikbûna golaUrmiyê bi nav kir.

Wî bas ji vê kir ku serdemekê gola Urmiyê pêl didan, û tu kesî bawer nedikir ku %95 a wê hişk bibe, û hekî ew gol nehê vejiyandin, wê zêdetir ji 14 milyon kesî jiyana wan bikeve metirsiyê de, û wê berbirûyê gellek cureyên nexweşiyan bin.

Derheq vejiyandina ava golê wî ragehand ku hekî ew bikarin %8 ji ava cotkariyê bo vejiyandina gola Urmiyê bi kar bînin, wê di pên salên dahatî de, heya %40 wê bikaranîna avê kêm be, ku ew yek dikare bo vejiyandina gola Urmiyê bi cî be.