Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kedkarên şaredariya Ehwazê dest bi girevê kirin

15:35 - 25 Tîrmeh (Temûz) 2017

Kurdistanmedia: Bi sedan kedkarên şaredariya Ehwazê li pêşberî parêzgariya Xûzistanê dest bi girevê kirin.

Li gora nûçegihaniyan daxwaza wan kedkaran ew bû ku heqdestê wan yê du-sê mehan bidin wan, û rewşa wergirtina wan jî guherînkariyê tê de pêk bînin.

Kedkaran ragehandin ku di van dawiyane de, saziya şaredariyan û dêhdaran, îzin daye ku wan kedkaran wergirin ku sê salan, derbazbûyiya kar hene, lê ne şaredarî û ne jî şêvra bajar di vê derheqê de bersivê nadin.

Kedkar destpêkê di vê germa havînê ya Ehwazê de, ku 50 pile dibû, li pêşberî avahiya navendî ya şaredariyê û şêvra bajarê Ehwazê li hev civiyan. Li gora raporan kedkarên nerazî nûneratiya zêdetir ji 5 hezar kedkarên xwedîkar, di navçeyên cur bi cur ên bajardariya Ehwazê de dikin.

Sala borî piştî meşên nerazîbûnê ên kedkarên şaredariya Ehwazê 24 kedkarên peymanî ên şaredariyê hatin destbiserkirin.

Di vê derheqê de, sekreterê mala kedkaran a Xûzistanê, ragehand ku şaredariyê ne tenê guh nedaye daxwazên kedkaran, belkû li dijî wan dosiye jî vekirine.