Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hevdestê Babek Zencanî: Berpirsyarên ewlekariyê agehdarî karê min bûn

15:13 - 26 Tîrmeh (Temûz) 2017

Kurdistanmedia: Civîna şeşê ya dadgehîkirina Mêhdî Şems hevdestê Babek Zencanî derheq dosiyeya gendeliya neftî bi rê ve çû, û dîsan jî wekî civînên berê, tohmetbar piyê navendên taybetî kêşa nav vê pirsê de.

Mêhdî Şems herwisa pêdagirî kir ku civînekê veşartî bigrin, wê demê ewê gellek aliyên vê dosiyeyê ji bo wan eşkere bike.

Lê serokê dadgehê bi Mêhdî Şems hevdestê Babek Zencanî ragehand ku, we li jêr navê xizmeta bi sîstema Îslamî, 1 milyard û 200 milyon Euro û perê deh gemiyan bêserûşûn kir.

Lê tohmetbar di bersivê de got ku li gora belgeyan eşkere ye ku ew pere çûye kuderê, û ez amade me alîkariya we bikim bo vedîtina vî pereyî, ku niyeta wî, heman navendên ewlekariyê û karbidestên payebilind ên rejîmê bû.

Mêhdî Şems di doma bergirîkirina ji xwe di dadgehê de bas ji vê kir ku, wî hemû karên xwe libelib digel berpirsên ewlehiyê bas kirine, û piştî erêkirina ji aliyê wan ve, wî dest bi karên xwe kiriye.

Li gora gotina parêzerê Mêhdî Şems hevdestê Babek Zencanî, yek ji wan mijarên ku kêşe bo Mêhdî Şems çêkiriye, du binegebûna wî ye, mijarek ku rejîmê hestariyeke zêde di hember de heye, û niha gellek kesên dubinege (xwedî 2 regezname), di Îranê de hene ku di girtîgehê de ne, û rejîm wan wekî rehîn (girûgan) bi kar tîne, da ku di danûstandinên bi welatên rojavayî re, wan bo berejwendiya xwe bi kar bîne.