Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama pîrozbahiyê ya sekreterê giştî ê PDKÎ bo kordînatorê Tevgera Goran

16:48 - 26 Tîrmeh (Temûz) 2017

Kurdistanmedia: Mistefa Hicrî sekreterê giştî ê PDKÎ peyama pîrozbahiyê ji bo kordînatorê giştî ê Tevgera Goran şand.

Deqa peyamê:

Rêzdar kak Umer Seyîd Elî
Kordînatorê giştî ê Tevgera Goran

Tevî rêz û silavan


Derheq hilbijartina we wekî kordînatorê Tevgera Goran, ez pîrozbahiyeke germ li we dikim, û em hêvîdar in ku hûn di birêvebirina kerên xwe de sekevtî û serbilind bin.

Em jî wekî xelkê din ên welatparêz ê Kurdistanê, me çavnihêriya vê yekê heye, ku hûn ji vê berpirsayetiya girîng wekî derfetekê mifahê wergirin, bona pêkanîna yekrêziya Kurd di Başûr û alîkarîkirina ji bo çareseriya van kirîzên ku di vê beşa Kurdistanê de berbirûyê Başûra Kurdistanê bûye, bi taybetî kirîza siyasî.

Di vê rewşê de ku Başûra Kurdistanê ber bi rapirsiyê ve diçe, bi armanca diyarîkirina qedera xwe, û dijminên neteweya me, di pîlandarêjiyan de ne, bona jinavbirina vê pêngava girîng û dîrokî, Tevgera Goran, bi berpirsyariya weyê rêzdar, û hevalên din ên we, dikare roleke girîng di vê biyavê de bilîze, û em hêvî dikin ku di vê qonaxa hestiyar û dîrokî de, hûn bi hişyarî ve di pêxema berjewendiyên nîştimanî de pêngavan hilgirin.

Cardin em pîrozbahiyê li weyê rêzdar û Tevgera Goran dikin.

PDKÎ
Sekreterê giştî
Mistefa Hicrî