Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îranê pileya herî nizim ya azadiya aborî a navçeyê heye

21:27 - 27 Tîrmeh (Temûz) 2017

Kurdistanmedia: Serokê meclisa rejîmê ragehand ku rewşa aboriya me gellek xirap e, bi awayekî ku li gora pîvanên aborî em di nava welatên herî lawaz ên cîhanê de ne.

Elî Larîcanî serokê meclisa rejîmê di civîna heyeta “Omena” ya zankoyên pizişkî de rexne li aboriya welat girt, û ragehand ku xirapiya rewşa aborî wê demê zêdetir eşkere dibe ku em li amaran binihêrin. Bo mînak di biyavê azadiya aborî de, Îran di nava 22 welatên Rojhilata Navîn de pileya dawiyê heye. Di nava 181 welatên cîhanê de, pileya 147 ji xwe re misoger kiriye, yan di biyavê rewşa giştî ya aborî de, di biyavê geşeya nepaqij ya navxweyî di nava 24 welatên navçeyê de, dehem e, û di nava 191 welatên cîhanê de pileya 84 heye.

Larîcanî ragehandiye: Ew amar berevajiya belgenameyên berjewendiya geşeya Îranê ku dibû Îranê pileya yekem ya navçeyê hebûya, em dibînin ku berdewam ber bi paşve vegeriyaye, û tu pêşkevtineke berçav jî tê de nahê xûyakirin.

Ew gotinên Larîcanî di demekê de ne, ku Baqir Nobext çend roj berî niha bas ji vegeşîna %11 a aborî a Îranê di sala borî de kiribû.

Serokê meclisa Komara Îslamê herwisa bas ji dawî amarên pêwendîdar bi pişka Îranê di sermayeya derekî de kiriye, û ragehandiye: Di nava 24 welatan de, bo sermayedanîna derekî Îranê pileya 22 heye, herwisa di biyavê piştevaniya ji sermayedaneran Îranê pileya 19 di nava 20 welatên navçeyê de heye, û pileya 117 di nava 138 welatan de heye, ku ew yek cihê şermê ye.

Navbirî d doma amaranîna xwe de, bas ji rêjeya bêkariyê kiriye, û dibêje ku: Îran di biyavê bêkariyê de, di nava deh welatên navçeyê de, pileya 9 û di nava 105 welatên cîhanê de pileya 90 heye, ku ew yek cihê mixabniyê ye.