Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xamineyî destêwerdana di kabîneya Rûhanî de ret kir

14:47 - 29 Tîrmeh (Temûz) 2017

Kurdistanmedia: Piştî vê ku nûçeya dana rîzbenda wezîran ji aliyê Rûhanî ve bi Xamineyî belav bû, malpera Ofîsa parastina berhemên Xamineyî destêwerdana Xamineyî di kabîneyê de ret kir.

Di vê daxuyaniya ofîsa Xamineyî de hatiye: Wekî hemû carê tenê di diyarîkirina wezîrên Karê Derve û Wezîrê Parastinê û Wezîrê Îtila`atê de hevahengî digel rêber tê kirin.

Herwisa bas ji vê hatiye kirin, ku Xamineyî hestiyarî bi hinek Wezaretxaneyên wekî Ilûm, Perwerde û Vegeşîna Îslamî heye, lê di hilbijartina berpirsyarên wê de destêwerdanê nake.

Eva di demekê de ye, ku di dema serkomariya Ehmedînijad de, me dît ku li ser diyarîkirina Rehîm Meşayî wekî alîkarê yekem yê Ehmedînijad, Xamineyî helwest girt.

Herwisa ew destêwerdanê di diyarîkirina Wezîrê Navxwe de jî dike, jiber ku Wezîrê Navxwe cihgirê fermnadê giştî wate rêber e.

Herwisa wî hertim îdeyên xwe derheq pirsa aboriya welat jî bas kiriye, bo mînak dema ku wî bas ji îdeya “Iqtisada Muqawimetî” (aboriya xweragirane) kir, Rûhanî naçar bû ku navendekê danê, bo şopandina birêvebiirna vê îdeya Xamineyî.