Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bavê şehîdekî riya rizgariyê koça dawiyê kir

21:31 - 29 Tîrmeh (Temûz) 2017

Kurdistanmedia: Mam Ehmed Îsma`îlî bavê şehîdekî PDKÎ koça dawiyê kir.

Li gora nûçeya ku gihîştiye malpera Kurdistanmediayê, roja Çarşemiyê 4`ê Gelawêjê di bûyereyeke hatûçûnê de, li ser riya Serdeştî-Binawê, Mam Ehmed Îsma`îlî kurê Kak Alay Binawê, û bavê şehîd Husên Kake, pêşmergê PDKÎ jiyana xwe ji dest da.

Mam Ehmed Îsma`îlî kesayeteyekî xweşnav û cihê baweriyê di nava xelkê navçê de bû, û termê navbirî di nava girseya xelkê herêmê de bi axê hate spartin.

Şehîd Husên di sala 1342`an de li gundê Binawê ya ser bi bajarê Serdeştê ji dayîk bûye, navbirî pêşmergeyekî cesûr û qehreman bû, ku di roja 3`ê Xermanana sala 1364`an de, di şerekî
Qehremanane de, li dijî dagîrkarên Kurdistanê li Zêwe şehîd bû.

herwisa di vê bûyerê de, birayekî şehîd Husên bi navê Kemal jiyana xwe ji dest da.

PDKÎ sersaxiyê dibêje malbat û xizm û kesûkarê navbirî û xwe hevparê xema wan dizane.