Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Parêzer Mêhdî Şems: Destê sê wezîran û serokê banka navendî di gendeliya neftî de heye

16:58 - 30 Tîrmeh (Temûz) 2017

Kurdistanmedia: 7.mîn civîna dadgehîkirina tohmetbarên dosiyeya gendeliya petrolê bi rê ve çû, û tê de bas ji desthebûna sê wezîran jî hate kirin.

Parêzerê tohmetbar Mêhdî Şems ragehand ku di sala 1387`an de, Babek Zencanî digel binkeya Xatem El-enbiya (ser bi Spaha Pasdaran) girêbesta bazerganî hebûye, û di sala 1390`î de, binkeya Xatem El-enbiya rêz ji Babek Zencanî girt.

Bi gotina wî, wan Wezîran, Mêhdî Şems nas nedikirin, û kesên serwetir hebûn, ku kar bi Mêhdî Şems dabûne kirin.

Pêştir bas ji vê jî hatibû kirin ku kesên tohmetbar bedela vê ku ew perê neftê bixin nava xizîneya welat de, lê bi vî pereyî karxaneyeke alominyomê kirîn, û şirketeke veguhastinê jî bo zawayê Erdoxan kirîn.

Mêhdî Şems di civînên pêştir de, ew yek eşkere kir ku Mehdewî nûnerê şirketa Petrolê, kompanyayeke navneteweyî li derveyî welat heye.

Li gora gotina parêzerê Mêhdî Şems hevdestê Babek Zencanî, yek ji wan mijarên ku kêşe bo Mêhdî Şems çêkiriye, ew e ku navbirî regeznameya welatekî din heye, û niha gellek kesên xwedî regznameya welatekî derekî di Îranê de hene ku di girtîgehê de ne, û rejîm wan wekî rehîn (girûgan) bi kar tîne, da ku di danûstandinên bi welatên rojavayî re, wan bo berejwendiya xwe bi kar bîne.