Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Komîsyona Çandî ya Meclisa rejîma Îranê lêkolînê li ser hiloşandina konsertan dike

15:20 - 31 Tîrmeh (Temûz) 2017

Kurdistanmedia: Pêleke nû ji hiloşandina konsertên îzindar di Îranê de dest pê kiriye. Perwane Selehşorî nûnera meclisa rejîma Îranê jî qewl û soz daye, ku destêwerdana dozgeran (dadistanan) di hiloşandina konsertan di Komîsyona Ferhengî a meclisa Şêvra Îslamî de bixe ber behsê.

Li gora gotina navbirî destêwerdana dozgeran di konsertan de yasyaî nine. Behs û gotûbêj di vê derheqê de di ragehandinên giştî de nekariye encam hebe, û niha jî bi gotina wê dibe di Komîsyona Çandî de bikeve ber behsê.

Di rojên borî de, bi hukmê dozger, konserta çendîn hunermendan û bi tayabetî konserta Şehram Nazirî, û Hafiz Nazirî di Qûçanê de hatin hiloşandin.

Roja Înê 6`ê Gelawêjê biryar bû ku ew konserta Şehram û Hafiz Nazirî bi rê ve here, lê bi biryara dozgerê bajarê Qûçanê, ew konsert hate hiloşandin.

Nûçegihaniya Kar ya Îranê (ÎLNA) belav kiriye, ku Şehran Nazirî di encama zextên esebî de, şevekê di nexweşxaneyê de derbaz kir.

Perwanê Selehşûrî endama Komîsyona Ferhengî ya Meclisa Şêvra Îslamî a Îranê, bi nûçegihaniya Xanêyê Milet gotiye ku, li gora yasayê erk û wezîfeya dozgeran û hêza Întizamî ew e ku ewlehiya konsertan biparêzin, ne eva ku konsertan hiloşînin.

Li Kerecê de jî dema ku Fereydûn Esrayî dixwast konsertekê bi rê ve bibe, berpirsyarên Vegeşîna Îslamî (Irşada Islamî) a Kerecê bi vî ragehandin ku nabe vê konsertê bi rê ve bibe.

Elî Muteherî daxwaz ji Rûhanî kiriye ku baştir ew e ku vê carê Ebdulriza Rehmanî neke Wezîrê Navxwe, jiber ku wî roleke mezin di hiloşandina konsertan de hebûye.