Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pevçûna nûnerekî rejîma Îranê digel wezîfedarekî balafirgeha Mêhrabadê

17:00 - 1 Tebax 2017

Kurdistanmeddia: Nûnerekî rejîma Îranê û wezîfedarekî hêzên Întizamî li balafirgeha Mêhrabadê tûşî şer û pevçûnê bûn.

Nûçegihaniyên rejîma Îranê roja Duşemiyê rêkewt 9`ê Gelawêja 1396`an belav kirin, ku kiryareke terorîstî hatiye encamdan, lê piştî çend demjimêran eşkere bû ku nûnerê hilbijartiyê rejîma Îranê bo bajarê Bîcarê digel yek ji hêzên Întizamî li firokexaneya Mêhrabadê tûşî pevçûnê bûn.

Nûçegihaniyên rejîma Îranê bas ji birîndarbûna yek ji wezîfedarên Rahwer li balafirgeha Mêhrabad bi detsê yek ji nûnerên rejîma Îranê li roja 9`ê Gelawêjê de kirine.

Di van du nûçeyan de, ku di destpêkê de, wekî kiryareke terorîstî bas dikirin, piştre nûçe guherîn, û çemkû karesata terorîst ji deqa vê vêde birin.

Hêza Întizamî a rejîma Îranê di şirovekirina vê bûyerê de dibêje: Di vê pevçûnê de, pozê (difna) yek ji wezîfedarên polîs bi destê Hemdulla Kerîmî nûnerê bajarê Bîcarê hatiye şikestin, eva di demekê de bûye ku vî wezîfedarî erka xwe bi rê ve biriye, û pêşiya hatina jor ya trombêlekê bo beşa rûniştina firokeyan kiriye. Ku vî nûnerî di karûbarê navxweyî ê firokexaneyê serpêçî kiriye, û elavên ser rê vêde avêtine û digel wezîfedarê vê beşê tûşî şer û pevçûnê bûye.

Hemdullah Kerîmî nûnerê rejîma Îranê li bajarê Bîcarê, ji çawaniya rûdana vê pevçûnê dibêje: Serbarê hebûna karta hatinûçûnê, ew kes pêşiya çûna jor ya wê hatiye girtin, û serbarê vê ku nehêlane bi trrombêla xwe here jor, bi bê trombêl pêşî pê hatiye kirin.

Navbirî dibêje: Di demekê de, ku xwe li wir nebûye, vî wezîfedarî bêhurmetî bi hevjînê xwe kiriye, ku piştî çend caran ducarîbûna bêhurmetiya bi hevjîna wê, digel wezîfedar tûşîpevçûnê dibe.