Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kirîs Koçêrayê rojnamevan û dostê gelê kurd û Hizba Demokrat koça dawiyê kir

17:11 - 4 Tebax 2017

Kurdistanmedia: Rojnamevan, nivîskar û dostê gelê kurd û Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, Kirîs Koçêra li jiyê 79 saliyê de koça dawiyê kir.

Piştî sê rojan, nûçeya koça dawiya Kirîs Koçêra ji aliyê ‘’Êdît Koçêra’’ya hevsera wî ve hat piştrst kirin.

Kirîs Koçêra parek zaf ji jiyana xwe ji bo lêkolîna ji dîroka gelê kurd û xistine rojeva pirsgirêkên siyasî û civakî ên neteweya kurd veqetandibû û li vê derheqê de komek berhemên binirx pêşkeşî pirtûkxaneya cîhan û ya gelê kurd kiriye.

Ew rojnamevanê Firansî, dostê gelê kurd bi giştî û Hizba Demokrat û Dr. Qasimlû bi taybetî bû.

Li gorî nivîsên wî, bîr û hizrên dr. Qasimlû ewqas bandor lê kirine ku ne tenê wekî rojnamevanekê kar û xebatê ji bo gihandina dengê kurdan bike, belkî hewil bide li ser dîroka kurdan jî lêkolînê bike û pênc pirtûkan li ser dîroka kurdan binivîse ku pêk tên ji:

- Tevgera Netewî a Kurd, çapa sala 1979
- Alengarî Kurd û xewna xweseriyê, 1997
- Kurdistan, rêberê Edebiyatê, 1998
- Pirtûka Reş a Sedam Husên, 2005
- Çîroka dîroka Kurdistanê, 2007

Ev nivîskarê binav û deng di sala 1938’an de ji dayîk bûye û yek ji lêkolînerên herî navdar ê Rojhilata Navîn û bi taybetî pirsa kurd e.

Kirîs Koçêra li dor tevgera netewî – demokratîk a gelê kurd xincî nivîsîna çendîn pirtûkan, bi dehan semînar û reportaj û raport jî berhev kirine.