Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nûnerê kongireya Amerîka: Hikûmeta Îranê li zanîngehên me de pere direşîne

17:17 - 4 Tebax 2017

Kurdistan Media: Den Danawn, nûnerê Civata Nûnerên Amerîkayê daxwaza lêkolîna li ser alîkariyên malî ên navendeke xêrxwazî bi navê ‘’Elewî’’ya girêdayî Îranê ji bo dehan zanîngehên Amerîkayî kir.

Li gorî vê nûçeyan, ew navenda xêrxwazî li çendîn zanîngehên weke Kulimbiya, Harward û Pirîniston de bi awayek berbiçav pere direşîne û saporta malî ya mamostayên dijberê Îsraîlî û alîgirê Îranê dike.

Ew nûnerê Kongireyê dide zanîn ku navenda han hewil dide xirabkariyê li zanîngehên me de bike.

Heyeta çavdêrî ya dadgehek federal ya Amerîkayê jî li vê derheqê de eşkere kiriye ku navenda Elewî dorpêçên li ser Îranê binpê kiriye û dest bi ser avahiyek wê navendê de girtiye.

Dadgeha New Yorkê berê jî dabû zanîn ku navenda Elewî û kompaniya’’Asa’’ ji bîroyên bazerganî ên banka Millî ya Îranê ne û 40 milyon dolar ji dahata wê avahiyê jî ji hesaba banka Millî û dewleta Îranê re şandine.

Nawenda Elewî li sala 1973’an ji aliyê Mihemedreza Şa ve hat avakirin. Armanca wê nawendê, vegeşandina lêkolînên Îranî û Îslamî li Amerîkayê de û herweha alîkariya bi qutabxane û nexweşxaneyan bûye.

Piştî serketina şoreşa gelên Îranê, rejîma Komara Îslamî piraniya personelên wê nawendê bi kesên girêdayî xwe ve guherandin.