Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tirkiyê çêkirina şûreya li ser sînorê xwe bi Îranê re dest pê kir

15:47 - 9 Tebax 2017

Kurdistanmedia: Berpirsyarên Tirkiyê ragehandin ku wan avakirina şûreya di navbera Tirkiye û Îranê de dest pê kirine.

Li gora gotina berpirsyarên payebilind ên Tirkiyê, bi dirêjiya 144 km ya sînorê hevpar bi Îranê re, wê ew şûre bê avakirin, da ku ew bikarin pêşiya hatina dijberên xwe bo nav xaka Tirkiyê bigrin.

Îran û Tirkiyê 500 km sînorê hevpar bi hev re hene. Herwisa 910 km sînorê hevbeş bi Sûriyê re heye, ku bi qasî 650 km şûreyeke bilind heya niha hatiye çêkirin. Ew şûre ji sala 2014`an ve dest bi çêkirina wê hatiye kirin.

Roja 19`ê Banemerê jî, çavkaniyeke agadar di Wezareta Karê Derve a Îranê ragehandibû ku ew jî razî ne bi çêkirina dîwareke weha.

Ji du salan berî niha ve, di Tirkiyê de, cuda ji şerê berdewam di navbera hikûmeta Tirkiyê û dijberên Tirkiyê de, gellek teqîn hatine kirin, û Tirkiyê bi çêkirina şûreyeke weha dixwaze ku ewlehiya navxweyî baştir bike.