Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê karwaneke din ya çekan da YPG`ê

15:51 - 9 Tebax 2017

Kurdistanmedia: Amerîka berdewam e li ser pirrçekkirina YPG`ê, û di vê çarçoveyê de karwaneke mezin ji çekan jê re şand.

Li gora nûçegihaniya Anatoliyê, karwaneke pêkhatî ji 112 kamyonan, Duşemiyê 16`ê Gelawêjê alavên leşkerî ji Kurdên Rojavaya Kurdistanê re şandin.

Di nava wan alavên leşkerî de, hamir, Tank, û wesayitên veguhastinê ên zirxî hene.

Ew kamyonên çekan, û alavên leşkerî ji sînorê Îraq û Sûriyê re derbazî Hesekê bûn.

Di van rojên borî de eva cara çendê ye ku Amerîka çek û alavên leşkerî ji Kurdan re dişîne. Li gora nûçegihaniya Anatoliyê roja 5`ê Hezîranê 60 kamyon, 12`ê Hezîranê 20 kamyon, 16`ê Hezîranê 50 kamyon, û di navbera 21-26`ê Hezîranê jî 120 kamyon hatine şandin.

Belavkirina alavên leşkerî di nava Kurdên Sûriyê de, ji wê demê ve ku Tramp li 15`ê Gulanê biryara pirrçekkirina Kurdan îmze kir, zêdetir bûye. Ew kiryara di biyavê xebata li dijî girûpa DAÎŞ`ê de ye.

Ji wê demê ve heya niha li gora hin nûçegihaniyan 629 kamyon çek bo vê herêmê hatine şandin.

Di destpêka vê hefteyê de, Wezareta Parastinê bo yekem car bi awayekî fermî ragehand ku çekên sivik gihane destê Kurdan, û ew alîkariyên leşkerî di çarçoveya xebata li dijî DAÎŞ`ê de, wê dom bikin.

Tirkiye gellek aciz e ji şandina van alavên leşkerî bo Kurdên Rojavaya Kurdistanê, û wê yekê bandora xwe li ser pêwendiyên Amerîka û Tirkiyê kiriye, lê Amerîka serbarê nîgeraniyê Tirkiyê, YPG`ê wekî hêzeke bibandor li şerê li dijî DAÎŞ`ê de dibîne.