Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêşmergeyên Bajar êrîş kirin ser mozelanên rejîmê

15:54 - 9 Tebax 2017

Kurdistanmedia: Di encama şer û pevçûna di navbera hêzên pêşmergeyên Bajar ên ser bi hêza pêşmergeyên PDKÎ û dijîgeliyên Komara Îslamî de çendîn pasdar û dijîgelî hatin kuştin û birîndarkirin.

Li gora nûçeya ku gihaye malpera Kurdistanmedia, şeva 17 li ser 18`ê Gelawêjê, demjimêr 2`ê şevê pêşmergeyên Bajar, ser bi hêza pêşmergê kurdistanê, êrîş kirin ser binkeya Sîngan a ser bi bajarê Şinoyê, û karîn derbeke bibandor li dagîrkeran bixin. Heya niha ji rêjeya kuştî û birîndarên rejîmê zanyariyeke hûr li ber dest de nine.

Her heman şevê demjimrê 9`ê şevê li çiyayên pişta Tirkeşê a ser bi navçeya Pîranşarê, di cihekî de bi navê “Qepe Qep”, şer û pevçûn di navbera Pêşmergeyên Bajar, û hêzên rejîmê de pêk hat, ku di encamê de du kes ji hêzên qirêjxwar ên rejîmê hatin kuştin, û pêşmerge jî bi silametî cihê pevçûnê bi cih hêlan.