Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endam û alî girên Partiya Demokrat, serdana cihê şehîdbûna fermandeyekî şehîd kirin

22:28 - 9 Tebax 2017

Kurdistanmedia: Komek ji qehremanên Demokrat, serdana cihê şehdîbûna şehîdê fermande, “Yûsif Emînî” kirin.

Li gora nûçeya ku gihîştiye malpera Kurdistanmedia, endam û alîgirên xebatkar yên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, serdana cihê şehîdbûna fermandeyê şehîd “Yûsif Emînî” ku yek ji fermanderên lêhatî yên hêza pêşmergên kurdistanê bû kirin, û soza domandina rê û rêbaza şehîdên gel nû kirin.

Şehîd “Yûsif Emînî” di rêkewta 1983`an li çiyayê “Aşe ba” li geliyê Bendê a ser bi bajarê Urmiyê, tevlî karvana şehîdên hizbê bû.

Fermandeyê şehîd xelkê gûndê “Qirnase” a ser bi devera “Soma û biradost” bo,bi sebeba şarezarî di kar û barê leşkerî û siyasetên hizbê de, weke fermandê hêza “Şehîd Niho” hatibo diyarî kirin.

Xebatkarên Demokrat, di dema serdana cihê şehîd bûna şehîdê fermande, “Yûsif” di bilindahiyên naskirî bi “Aşe ba” ji bo vefadarî bi şehîd Yûsif û hevalên wî yên ku di wî şerî de ji ber tînî bûn û birçî bûne canêxwe fedaiyê kurdistanê kirin. Bi birina avê jib o cihê şehîd bona wan şehîdan amade bûn.

Şehîd Yûsêf deha hemase li bajarê Urmiyê û deverên Tirgever û Mirgever û geliyê Bendê encamdan bûn, ku heya niha jî ev hemaseyên wî li ser zimana ne.