Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hewlên rejîmê ji bo milîtarîzekirina zêdetir a Kurdistan, dom heye

21:16 - 10 Tebax 2017

Kurdsitanmedia: Rejîma Îslamî a Îranê berdewam, mijûlî dirustkirina rewşeke ewlehî û polîsî ye, û her di vê navberê de jî çek û teqemeniyên zêdetir ji bo herêmên kurdistanê dişîne.

Li gora nûçeya ku gihîştiye malpera Kurdistanmedia, roja Sêşmî 8`ê Tebaxa 2017`an, rejîma Îranê hêzeke zaf ji qirêjxwar û kirêgirtiyan bi çek û teqemeniyên zor ve, ji bajarê Seqizê ve ber bi bajarê Sinê ve şand.

Li gora vê nûçeyê, ev kesane bi çekên weke doşka dihatin parastin, û vesayiteke barhilgir jî ku çek û teqemenî nav de hebûn, di vê seferê bi wan re bû.

Ev hewlên rejîmê di demekê de tê encamdan, ku di çend rojên derbazbûyî de, teyr û baz, û çavnetirsên Kurdistanê, derbeke giran li mozelan û binkeyên rejîmê xistin.

Şeva 7`ê Tebaxa 2017`an, hêza pêşmergên nav bajar yên ser bi Partiya Demokrat a Îranê, êrîş birin ser binkeya “Sîngan” a rejîmê li bajarê “Şino”yê, û karîn derbeke giran li dagîrkerên kurdistanê bixin, û herwiha li nav daristanên pişta Tirkeş a ser bi devera bajarê Pîranşahrê a bi navê “Qap Qap” di navbera pêşmergên nav bajêr û hêzên rejîmê şer û pevçûn derket û di encamê de jî 2 kesên ser bi hêzên qirêjxwar yên rejîmê hatne kûştin.

Di çend mehên derbazbûyî de, milîtarîzekirina Kurdistana Rojhilat, bi awayên cur bi cur, ji aliyê navendên ewlehî û leşkerî yên ser bi rejîmê ve berdewam kiriye, û herwiha hatin û çûyîna hemwelatiyan di navçeyên sînorî de, tundtir bûye.

Piştî cihgîrbûna, hêzên pêşmergên Partiya Demokrata Kurdsitan a Îranê, di navçeyên sînorî yên Kurdistana Rojhilat, rejîm bi awayekî berdewam bajar û deverên sînorî yên kurdistanê milîtarîze dike.