Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hevjîna Kirîs koçêra spasiya sekreterê giştî yê PDKÎ kir

21:17 - 10 Tebax 2017

Kurdsitanmedia: Piştî şandina peyama hevxemiya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, ji bo malbata nivîskar û rojnamevan û dostê kurdan, “Kirîs koçêra”, bi boneya koça dawî a navbirî, hevjîna wî dostê berê yê gelê Kurd û Partiya Demokrat, spasnameyek ji bo sekreterê giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê şand.

Deqa spasnameyê bi vî awayî ye:

Bersiva birêz “Îdît Koçêra” ji bo rêzdar “Mistefa Hicrî”


Kekê Mistefa Hicrî tevî spas ji bo şandina peyama we, vê yekê bizanin ku kurdên Îranê hertim di nav dilê endam û malbata Kirîs koçêra de cihekî taybet hene.

Ez digel zarokên xwe, spasiya we dikim ji bo şandina peyama pirr ji rêz û hurmet, û her di vê pêwendiyê de, digel koça dawî a Kirîs koçêra, peyama we ji bo min û zarokên min bandoreke zor heye.

Dîsan rêz û hormet ji we re

Îdît

8`ê Tebaxa 2017`an