Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêkxirawa Yekîtiya Fedayiyên Xelq ên Îranê derheq şehîdbûna du pêşmergeyên PDKÎ peyama hevxemiyê belav kirin

16:11 - 12 Tebax 2017

Kurdistanmedia: Rêkxirawa Yekîtiya Fedayiyên Xel ên Îranê derheq şehîdbûna du pêşmergeyên qehreman ên PDKÎ peyameke hevderdiyê belav kirin.

Deqa peyamê :

Yad û bîra şehîdan bilind û birêz be


Di daxuyaniyekê de PDKÎ belav kir ku 14`ê Gelawêjê (7`ê Tebaxê) hejmarek ji pêşmergeyên vê hizbê di navçeya Pîranşarê, ketin boseyeke hêzên serkutkar ên rejîma Îranê de. Piştî şerekî neberamber û giran, du kes ji pêşmergeyên vê hizbê bi navên Ye`iqûb Muradî û Hêmin Mewlannijad şehîd bûn.

Em digel hevderdiya bi malbatên van şehîdan re, em ji kûrahiya dil ve, sersaxiyê dibêjne rêberî, endam, û pêşmergeyên PDKÎ, û îmaneke qahîm me heye, ku tevgera neteweyî-demokratîk li Kurdistanê di xebateke hevbeş û yekgirtî û tevalî de, digel hemû xelkê Îranê bo azadî û danîna bingeha Îraneke azad û demokratîk serdikeve.

Pêwendiyên giştî

Rêkxirawa Yekîtiya Fedayiyên Xel ên Îranê

19.05.1396
10.08.2017