Kurdsitanmedia: Xelkê xebatkar yê Kurdistana Rojhilat, li bajar û gundan de, bi boneya 25`ê Gelawêjê roja avabûna PDKÎ çalakiyên teblîxî encam dan.
Xebatkarên Demokrat, ji bo pîrozkirina roja 25`ê Gelawêjê li gundê “Mêraw” a ser bi bajarê Sinê çalakiyên teblîxî, bi rê ve birin, û peymana wefadariya xwe ji bo rê û rêbaza şehîdan nû kirin.
Herwiha bi boneya 25`ê Gelawêjê, endam û alîgirên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, li sêriya gundê “Kanîspî” a ser bi devera “Deştebêl”ê çend alayên Kurdsitanê hildan.
Nûçegîhanê Kurdsitanmedia her di vê derheqê de, ragehandiye ku, hêzên dagîrkerên kurdistanê, bi tirs û xofeke zor ev ala anîne xwarê.
Her di vê derheqê de, qeremanên Demokrat, li cihekî bi navê “Kilkeya Seyîd Hesen” li ser riya bajarê Neqede û Şino, alayeke mezin a Kurdistanê hildabûn.