Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakiyên teblîxî di çendîn bajarên Rojhilata Kurdistanê de bi rê ve çûn

17:09 - 12 Tebax 2017

Kurdistanmedia: Endam û alîgirên PDKÎ bi boneya 25`ê Gelawêjê 72.mîn salvegera avakirina PDKÎ çalakiya berfireh ya teblîxî bi rê ve birin.

Li gora nûçeya ku gihîştiye malpera Kurdistanmedia, têkoşerên Demokrat bi boneya 25`ê Gelawêjê tirakt û wêneyên hizbî ên taybet bi vê rojê li gundewarên Peswê û Girdikşan a navçeya Lacan a Pîranşarê belav kirin.

Nûçegihanê malpera Kurdistanmeida ragehand, ku piştî encamdana van çalakiyan piraniya tirakt û posteran ji aliyê hêzên rejîmê ve hatin komkirin.

Têkoşerên Demokrat li bajarê Kamyaranê jî, bi boneya 25`ê Gelawêjê li piraniya ciyan çalakiya teblîxî bi rê ve birin.

Li gundê Tewrîwer a ser bi navçeya Jawero jî, çalakiya teblîxî bi rê ve çûye, û li gundê Şiyan jî tirakt û poster hatin belavkirin.

Di nava bajarê Sinê jî, li van ciyan karê teblîxî hatiye encamdan:
Bilwara Kurdistan, Kanî Duşem, Bilwara Bê`iset, Taxa Axe ziman, Şeqama Sîros, Riya Sine bo Kamyaranê, û gundê Sirinciyane a Xwarê.

Herwisa endamên hizbê ji bajarê Sinê ve, peyama sersaxiyê seba şehîdên nû ên hizbê, ji PDKÎ re şandine, û qewl û soz dane ku riya wan berdeweam bikin.

Roja 19 û 20`ê Gelawêjê endamên PDKÎ li gundê Tengîser a ser bi Jaweroya Sineyê, rêz ji 25`ê Gelawêjê girtin, û gellek tiraktên hizbî, û 350 besteyên nuql û şîrîniyan di nava hemû malên nava gund û baxên ser bi Tengîserê belav kirin.

Li gundê Tengîser de jî, wêneyên şehîdên nû ên PDKÎ hatin belavkirin, û endamên PDKÎ li wir qewl û soz dane ku riya van şehîdan bidomînin.

Xortên Demokrat li bajarê Merîwanê jî li ser çiyayê Quleya Îmam li pêşberî Merîwanê diruşmên şoreşgerî nivîsandin.