Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hikûmeta Kuwêtê 12 kes bi tometa sîxorîkirina bo Hizbullahê binçav kirin

20:51 - 13 Tebax 2017

Kurdsitanmedia: Di doma eşkerebûna hewlên terorîstî yên rejîma Îranê û hêzên terorîstî yên girêdayî bi wan re, 12 kesên din bi tawana sîxorîkirin ji bo Hizbullahê di welatê Kuwêtê de hatine binçavkirin.

Li gora rapora “Al Jazeera”, Wezareta Navxwe a dewleta Kuwêtê di doma belavkirina daxuyaniyekê de, eşkere kir ku 12 kes bi tometa sîxorî û hevkarîkirina digel Hizbullaha Lubnanê binçav kirine.

Saziyên Ewlehî yên welatê Kuwêtê û herwiha Wezareta Karûbarên Derve yên wî welatî, di meh û salên derbazbûyî de, çendîn caran di daxuyaniyên fermî de, îlan kirine ku, rejîma Îranê û girûpên girêdaî bi wî welatî, weke “Hizbullaha Lubnanê” bi dirustkirina sazî û bandên sîxorî di welatê Kuwêtê de, hertim di hewlên têkdan û encamdana karên terorîstî di wî welatî dene.

Her di vê derbarê de, di çend rojên derbazbûyî de, Yekîtiya Ereb a Îmaratê, hemwelatiyekî Îranê, di wî welatî de, bi tometa sîxorîkirin û hevkarîkirina digel bernameyên navikî yên rejîma terorîstî ya Îranê binçav kiribûn, û di heyama çend civînan de, ew bi 10 salan sizayê girtîgehê mehkûm kirin.

Li gora rapora nûçegihaniya “Reuters”ê, Dozgeriya Pêdaçûnê ya Federal a Ebûzebiyê “Hemîdriza Mihemed” bi tometa qaçaxkirina parçên hewce yên ji bo dirustkirina bombeya navikî ji bo rejîma Îranê, ku bibû sedema têkçûna pêwendiyên di navbera Amrîka û Îmaratê de, dadgehî kiribû.