Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mes`ûd Kerbasiyan: Sonamiya bêkariyê li pêşiya me ye

15:15 - 14 Tebax 2017

Kurdistanmedia: Mes`ûd Kerbasiyan Wezîrê pêşniyarkirî ê Rûhanî bo Wezareta Aborî û Darayiyê, bas ji rewşa xirap ya bêkariyê kiriye, û ragehandiye ku di rewşa niha de me sonamiya bêkariyê li pêşiya xwe heye.

Wî her di vê derheqê de ragehandiye ku dibe sûda bankî bê kêmkirin, lê ew yek enfliasiyonê (teweromê, helawsanê) li pey xwe tîne, hekî xelk pereyê xwe ji bankan derxîne, ew pere wê here bazara erz, zêr û bazarên din de.

Li ser bingeha serjimêriya navenda Serjimêriya Îranê, nirxa bêkariyê di sala 1395`an de, li ser yek 12.4 bûye, û Îran digel hebûna nêzî 2.2 milyon bêkaran bebrirû bûye, ew amara ku bi baldan bi nifûsa ciwanên dersxwan ên welat, di rewşa niha de dikare bibe sonamiyek.

Tê pêşbînîkirin ku her sale 900 heya 950 hezar kes, û di hinek salan de, hejmareke zêdetir bi vê nifûsê ve zêde be, û eva yanî eva ku rejîmê hêşta nekariye kar bo bêkarên niha bibîne, û dibe ku di fikra wan bêkaran de be, ku sala bê dikevin nava bazara kar de, û daxwaza kar ji dewletê dikin.

Lê malperên fermî ên rejîmê û yek ji wan malpera Tesnîm bi eşkere bas ji vê kiriye ku ew yek zehmet e, û tenê rê vegeşîna aboriyê ye, ku bikare derfeteke baş bo karkirinê pêk bîne.

Lêkolînên ku ji aliyê karnasan û navendên lêkolînên aborî ve hatine kirin, nîşan didin, ku hekî senaryoyên sunetî di biyavê vegeşîna aborî di welat de berdewam bikin, nirxa bêkariyê wê bi awayekî berçav bilin bibe.