Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şewitandinê jî, nekarî çalakiyên navenda Vejîn ragire

21:19 - 14 Tebax 2017

Kurdistanmedia:Piştî vê ku roja Înê 20`ê Gelawêjê, navenda ferhengî-hunerî ya Vejîn li bajarê Merîwanê, ji aliyê kesên nenaskirî ve hate şewitandin, berpirsyarên vê navendê, çalakiyên xwe domandin.

Li gora nûçeya ku gihaye malpera Kurdistanmedia, di yekem dijkiryara navenda ferhengî-hunerî ya Vejîn, piştî şewitandina binkeya sereke ya vê navendê ji aliyê kesên nenas ve, berpirs û birêveberên vê navendê rûniştineke din ji zincîre civînên komîteya kelepûra vê navendê li pêşberî avahiya şewitî ya vê navendê bi rê ve birin.

Roja 21`ê Gelawêjê birêveberên navenda ferhengî-hunerî ya Vejîn di rohnkirinekê de nûçeya şewitandina navendê belav kir, û di heman demê de jî, ragehand: Navenda Vejîn vî karî bi hewleke tirsinokane û dijî kulturî dizane, û hemû riyeke yasyaî wê bigre pêşiya xwe, da ku bikerên vê rûdawê eşkere bike, û wan ceza bike.

Bi xatircemî ve hewlên wisa tirsinokane ne tenê pêngavên me şil nakin, belkû bi zanîna evê ku hewlên me, kesên bîrteng ên pirtûksotîn tûre û nerehet kiriye, wê demê morala me bilindtir dibe.

Navenda ferhengî-hunerî ya Vejîn navendeke ferhengî-hunerî, xeyrî dewletî, nasiyasî, û dûr ji qazancê madî ye, ku di havîna sala 1383`an de hatiye avakirin, û girîngîdana bi fulklur û çanda resen ya Kurdî wekî erka sereke ya vê navendê ye.