Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kurê şehîdekî PDKÎ, borsa xwedina welatê Rûsiyê wergirt

20:24 - 15 Tebax 2017

Kurdistanmedia: Kurê şehîdekî PDKÎ bona domandina xwendinê, ji aliyê Rûsiyê ve hate vexwandin.

Şemal Mînberî kurê şehîd Şehram Mînberî piştî vê ku karî bibe yek ji wan 28 dersxwanên serkevtî, li raserî Îraqê û Herêma kurdistanê de, bona domandina xwendinê û xwendina bilind ji aliyê Wezareta Xwendina Bilind ya Welatê Rûsiyê ve bo wî welatî hate bangkirin.

Şemal Mînberî digel çendîn dersxwanên serkevtî ên din, û her yek ji wan di yek ji zankoyên vî welatî de, bi nûnertiya dewleta Îraqê xwendina xwe didomînin.

Şemal Mînberî roja 06. 11.1991`an li Başûra Kurdistanê û li bajarê Silêmaniyê ji dayîk bûye. Di 30.05.1375 (1996)`an de, bavê navbirî şehîd dibe.

Şemal Mînberî heya gihîştina bi zankoyê, di xwendingehên Bemo li Derbenda Baziyan, Dêgele, Simaq Şîrîn, Cêjnîkan, û hevdem di nava binke û baregehên PDKÎ de bi awayekî serkevtî ew qonax derbaz kirine.

Di sala 2013`an de, li zankoya Selahedîn, li beşa aborî bawernameya bekaloryos bi awayekî serkevtî bi dawî anî, û yek ji xwendekarên yekem ên zankoyê bû, herwisa navbirî xeynî zimanê dayîkê, zimanên Îngilîzî û Farsî û Fransî jî dizane.

Şemal Mînberî endamê sendîkaya aborînasên Kurdistanê ye, û di zankoya Siberian Federal University a Rûsî de wekî xwendekarê master di beşa aborî de tê wergirtin.