Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kitêba EwropIyek li welatên Kurdan de, bi zimanê Îngilîzî hate wergerandin û belavkirin

20:25 - 15 Tebax 2017

Kurdistanmedia: Kitêba Ewropiyek li welatê Kurdan de, ku nivîserê wê Xatûn “Nesrîn Qasmlo” ye, ji aliyê xatûn “Sîsî Danîgir” ve bi zimanê Înglîzî, hate wergerandin, û çapkirin.

“Sîsî Danîgr” ku wergerekî Almanî ye,kitêba Ewropiyek di welatê Kurdan de, bi zimanê Înglîzî wergerandiye.

Ev kitêba ji aliyê hevjîna Dr. Qasmlo, xatûn Hêlên ve derbarê tevgera Kurd di Rojhilata Kurdistanê de, bi zimanê Firansî hatibû nivîsandin, û bi zimanê Îngilîzî hatiye wergerandin.

border=0Sîsî Danîgr derheq kitêba Ewropiyek di welatê Kurdan de, ya ku xatûn Hêlên Qasmlû nivîsiye, ragehand ku: Di vê mehê de, ji bo yekem car, çapa înglîzî a kitêba bi navê hezkirinek li hember hemû sebeban hate belavkirin.

Sîsî Danîger herwiha ragehand ku: Ev kitêba ji aliyê çapxaneya “L. I.V. Verlag” taya “Zorîx”ê ve hatiye belavkirin, û di çend beşan de zanyariyên nû hene ku nivîskar weke jineke Rojavayî ku tevlî xebata gelê kurd dibe, jê zêde kiriye.

Danîgr herwiha gotiye ku: Ev kitêba di sala 2011`an de, bi zimanê, Fransî li Parîsê, hatibû belavkirin û piştre bi zimanên Kurdî, Tirkî, Almanî û Farsî û niha jî ji bo cara yekem bi zimanê Îngilîzî hatiye belavkirin.

“Hêlên Kirulîç” naskirî bi “Nesrîn Qasimlo”, temen 82 salî û hevwelatiya Çikislovakiyê ye, û di destpêka dehka 50`î û sedsala 20`î de, digel Dr. Ebdulrehman Qasimlo, sekreterê berê yê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê, li bajarê Piragê, bi hev re nasyar bûn, û piştre jiyana hevpar pêk anîn.