Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serokê Navenda Giştî ya Hêzên Çekdar ên Îranê serdana Enqerê kir

15:47 - 16 Tebax 2017

Kurdistanmedia: Mihemed Baqirî Serokê Navenda Giştî ya Hêzên Çekdar ên Îranê di yekem serdana xwe ya bo Tirkiyê, digel hemkûfê xwe yê Tirkiyê hevdîtin pêk anî.

Li gora nûçegihaniyan, armanc ji serdana Serokê Navenda Giştî ya Hêzên Çekdar ên Îranê bo Tirkiyê hevfikrî û guherîna bîr û boçûnan li ser pirsên leşkerî û herêmî ye.

Di vê derheqê de, Serokê Navenda Giştî ya Hêzên Çekdar ên Îranê ragehand ku heyamek bû ku tu hevdîtinên wan bi hev re tunebûn, û wan bi hewce zanî ku li ser pirsên girêdayî bi guherînkariyên navçeyî û pirsên girêdayî bi ewlehiya her du welatan, ewlehiya sînoran, rikeberiya digel bi gotina wan terorîzmê guherîna boçûnan bikin.

Biryar e ku navbirî serdana serkomar û serokwezîr jî bike.

Pêwendiyên her du welatan digel destpêka kirîz û qeyrana di Sûriyê de, rastî lawaziyeke berçav hat. Rejîma Îranê piştgiriya Beşar Esed dikir, û niha jî berdewam e li ser destêwerdana di nava karûbarên Sûriyê de, û Tirkiye jî alîgiriya opozisyona Sûriyê dike.

Lê her wekî derbazbûyî dema ku pirsa Kurd tê gorê, herdu alî serbarê hebûna gellek kêşeyên cidî di navbera xwe de, li dijî tevgera Kurd li her çar aliyên Kurdistanê li hev dikin.