Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama pîrozbahiyê a YZAKA`yê bi boneya 25`ê Gelawêjê

17:22 - 16 Tebax 2017

Kurdistanmedia: Yektiya Zanayên Olî yên Kurdistana Îranê, bi boneya 72`emîn salroja avakirina Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, peyama pîrozbahiyê belav kiriye.

Deqa peyamê bi vî awayî ye: Pîrozbahiya YZKA bi boneya 25`ê Gelawêjê:

Bi navê xudayê azadiyê

Rêzdar û birêveberên Partiya Demokrat a Kurdsitana Îranê, Kadr û pêşmergên qehreman, malbatên serbilind yên şehîdan û girtiyîn xweragir!


Bi boneya 25`ê Gelawêjê salvegera avakirina Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, Yektiya Zanayên Olî yên Kurdistana Îranê, tevî nûkirina piştevaniya xwe ji Partiya cemawerî a gelê Kurd, Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, vê rojê ji we pîroz dikin û hêvî dikin ku rêya şehîdên nemir weke Qazî û Qasimlo û Şerefkendî û hemû şehîdên Kurdistanê, heta bicîhatina daxwaz û armancên we her berdewam bin.

Ji xudayê azadiyê, em hêvî dikin ku hûn di vê rê de sekevitî bin.
Serkevtin bo tevgera rizgazîxwaz a gelê Kurd.

Birûxe desthilata zalim û cehl û xurafat a Wilayeta Feqîh a Îranê.

Yekîtiya zanayên Olî yên Kurdsitasna Îranê.
16`ê Tebaxa 2017`an