Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Tehran û Kurdistanê rêz ji 25`ê Gelawêjê hate girtin

17:26 - 16 Tebax 2017

Kurdistanmedia: Xelkê têkoşer ê Kurdistanê bi boneta 72.mîn salvegera avakirina PDKÎ li gund û bajarên Kurdistanê çalakiya teblîxî bi rê ve birin.

Li gora nûçeya ku gihaye malpera Kurdistanmedia: Qehremanên Demokrat bi boneta 72.mîn salvegera avakirina PDKÎ li gundê Mêraw çalakiya teblîxî bi rê ve birin.

Têkoşerên Demokrat li bajarê Urmiyê bi boneta 72.mîn salvegera avakirina PDKÎ li çiyayê Maral Daxê hilkevtî li gundê Delo û Dizeya Dolê çalakiya berfireh ya teblîxî encam dan, û li çiyayê Aşûş hilkevtî di navbera Dizêya Dolê û gundê Nanasê agirê 25`ê Gelawêjê bi rê ve birin.

Herwis ali ser bilindahiyên navçeya Mergewer û quntara çiyayê Dalanper û Sergera Mame Şêx li gundê Sûledûkelê, agirê 25`ê Gelawêjê pê xistin.

Li bajarê Tehranê jî, bi boneta 72.mîn salvegera avakirina PDKÎ li gellek ciyên naskirî û girîng çalakiya teblîxî bi rê ve birin.

Li bajarê Sinê jî li gellek ciyan de, agirê 25`ê Gelawêjê hil kirin.

Xortên demokrat bi boneta 72.mîn salvegera avakirina PDKÎ li ser çiyayê Hersîn jî agirê 25`ê Gelawêjê hil kirin. Li gundê Şiyan jî li çiyayên wekî Hêlal Dal, û Helec agir hil kirin. Li derdora Şinoyê jî, li Qezen Awê, Pûşawê, Nerzîwê, û Qurûşawê çalakiya teblîxî hatiye encamdan.

Bi boneta 72.mîn salvegera avakirina PDKÎ li bajarê Bokanê jî, li cihên wekî Ehmed Kor û gundê Alîkend jî, çalakiya teblîxî encam dan, ku ew yek digel pêşwaziya xelkê bebrirû bûye.