Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nîkî Hêlî hişdarî da rejîma Îranê

17:28 - 16 Tebax 2017

Kurdsitanmedia: Nûnera Amerîka di NY de, hişdarî da rejîma Îranê,û got ku nabe em rê bidin da ku Rejîma Îranê rêkevtina cîhan bi barimet bigre.

Li gora raporên belavbûyî, roja Sêşemî 15`ê Tebaxa 2017`an, “Nîkî Hêlî” Nûnera welatê Amerîka, di Saziya Netewêyên Yekgirtî de, li hember axavitinên Hesen Rohanî serokkomarê rejîma Îranê, hişdarî da û got ku nabe em rê bêdin ev rejîma li rêya rêkevtina navkî ve, cîhanê bi barimet werbigire.

Herwiha Hêlî di vê derheqê de, got ku dibe rejîma Îranê di derheqê taqîkirina mûşekan û piştevanîkirin ji terorîsmê û binpêkirina mafê mirovan li hember biriyarnameya Civata Ewlehî de, berpirsyar be.

Nûnera Amerîka ya di Saziya Neteweyên Yekgirtî de, ev axavtina piştî lêdwana Hesen Rohanî kiriye.

Berpirsên Welatê Amerêka bi awayekî berdewam bas ji vê yekê dikin ku rejîma Îranê naveroka rêkevitna navikî bi rê ve nabin.

Rêkevtina navikî di meha Pûşpera 1394`an de di navbera 6 welatên bihêz yên cîhanê û rejîma Îranê hate vajûkirin.

Bernameya navikî a rejîma Îranê, ne tenê tu qazancek ji bo rejîma Îranê tunebûye, lê bûy sedema bedbexitiya hemwelatiyên Îranê, û tenê berîka qaçaxçiyan û hindek ji berpirsên rejîmê pê tijî bûye.