Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şandeke PDKÎ serdana PDK`ê kir

21:07 - 17 Tebax 2017

Kurdistanmedia: PDK rol û pêgeha PDKÎ, li Rojhelata Kurdistanê bilind nirxand.

Roja Çarşemiyê 25`ê Gelawêja 1396`an ya Rojî, şandeke PDKÎ, bi serpereştiya “Mihemedsalih Qadirî “ Endamê komîteya Navendî û berpirsê Deftera Nûneratiya PDKÎ li Hewlêrê, bi hinceta 71’ emin salvegera avakirina PDK`ê, serdana Mekteba Pêwendiyên Kurdistanî û Nîştîmanî yên PDK`ê, li Hewlêrê kirin, ku ji aliyê Dr. Kemal Kerkûkî endamê Mekteba Siyasî û kekê Elî Husên berpirsê mekteba Pêwendiyên PDK ve bi germî hatin pêşwazîkirin.

Nûnerê PDKÎ, tevî pîrozbahiya wê boneyê, li PDK`ê hêviya serkevtina wan di pêxema bicihgehandina armancên neteweyî û nîştîmaniyên xelkê kurdistanê, di vê gav û dema girîng de, bo wan bi hêvî xwast, û tevî bilindnirxandina rola dîrokî û pêşengane ya her yek ji PDKÎ di Rojhelata Kurdistanê û PDK`ê di Başûra Kurdistanê de, wek qutabxaneya hizra neteweyî li xebata rizgarîxwaziya nîştîmanî de, û pêwendî û havkariya di navbera wan du partane de, bo pêşeroja xelkê kurdistanê bi girîng zanî.

Aliyên PDK`ê, tevî dilxwaşiya xwe ji vê serdana şanda PDKÎ, bi boneya 25`ê Gelawêjê 72’ emîn salvegera avakirina PDKÎ, pîrozbahî li şanda PDKÎ kirin, û pêdagirbûnabûna xwe li ser biryara encamdana rêfrandomê, bo serxwebûna Kurdistanê, wek mafeke rewa ya gelê Kurd û hemû pêkhateyên rûniştvanên Kurdistanê dane nîşandan.