Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di salroja biryara cîhada Xomêynî de, rêûresmek bi rê ve çû

14:38 - 21 Tebax 2017

Kurdistanmedia: Di 38.mîn salvegera derkirina biryara bednav a cîhada Xomêynî li dijî gelê Kurd de, di hola Pêşewa ya bajarê Hewlêrê de, dezgeha Vekolînên Stratejî yekem mîtînga Rojhilata Kurdistanê bi beşdariya tewahiya partiyên Rojhilata Kurdistanê li jêr navê 28`ê Gelawêjê roja Xweragiriya xelkê Kurdistanê bi rê ve bir.

Demjimêr 5`ê êvariya roja 28`ê Gelawêjê (19.08.2017)`an, li bajarê Hewlêrê de, bona awrîdanek li 38.mîn salroja xweragiriya xelkê Kurdisatanê li hemberî fermana cîhada Xomêynî de bo ser Kurdistanê rêûresmek li jêr navê Berxwedan Şikomendî ye bi rê ve çû.

Destpêka rêûresmê bi sirûda neteweyî ya “Ey Reqîb” û ragirtina çend deqeyan bêdengî bona rêzgirtina ji riha pak ya şehîdan dest pê kir.

Piştra peyama Desteya Amadekar ji aliyê Mamend Roje ve hate pêşkêşkirin, û piştre di doma merasimê de, çendîn peyam ji aliyê kesayetiyên siyasî ên beşdar ve hate pêşkêşkirin, ku pêk hatibûn ji:

1-Peyama Dr. Mehmûd Osman kesayteiyê siyasî
2-Peyama nûnerê Saziya Xebat a Kurdistana Îranê
3-Peyama Komeleya Zehmetkêşan
4-Peyama Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê
5-Peyama PDKÎ
6-Peyama Hevalên Pêşîn

Di vê rêûresmê de heyeteke payebilind a PDKÎ bi serperestiya birêz Hesen Şerefî cihgirê sekreterê giştî ê PDKÎ beşdarî kir, û gotarek pêşkêş kir.

Di vê gotarê de rêzdar Şerefî ragehand: Em li vir kom bûne da ku awirekê li du bûyeran bidin, yek pîroz, û yek jî ne pîroz. Bûyera ne pîroz, ew peyama biyom û fetwaya Xomêynî li dijî gelê Kurd di roja 28`ê Gelawêjê de bû, ku di encama vê fetwaya Xomênî de êrîşa bejahî û esmanî û bêrehmane li ser Kurdistanê dest pê kir.

Fermaneke leşkerî bona tunekirina Kurdistanê û neteweya Kurd û fetwayeke mezhebî bona bizwandina hesta beşek ji hevwelatiyên Şî`e meseb li dijî gelê Kurd, û vê yekê jî wisa kir ku Kurd du rê li pêşiyê man, yan serîtewandin bo vê gefxwarin û êrîşê, yan jî berxwedan .

Di beşeke din a axavtina xwe de birêz Şerefî ragehand: Bûyera pîroz ew e ku her di vê rojê de, ku biryara nepîroz ya fetwayê derkir, gelê Kurd biryara xweragiriyê li hemberî vê êrîşê de da, û bi kiryar selimand ku pêvajoya Berxwedana xwe ku hebû, bihêztir kir.

Cihgirê sekreterê giştî ê PDKÎ di doma axavtina xwe de bas ji mîratgiriya Xomêynî kir, û ragehand: Niha jî her heman siyaset û êrîşkirin li dijî gelê Kurd dom heye, û ji bilî hêza esmanî û bejahî trombêla terorê jî anîne rojevê. Lê gelê Kurd her ji wê demê şûnda ku biryara xweragiriyê da, bi xwîna xortên xwe, di hemberî dagîrkeran de sekinî, û disekine .

herwisa got: Hevdem digel berfirehtirkirin û bihêztirkirina êrîşên Komara Îslmaî erk e li ser me ku em xebata xwe û berxwedana xwe qurs û qahîm bikin, û yek helwesttir û yekpêngavtir bin .

Derheq pirsa serbixweyiya Herêma Kurdistanê jî navbirî ragehand: Dibe hemû perçeyên Kurdistanê vê pirsê wekî berjewendiya bilind bibînin, û piştê bigrin .

Herwisa di nava rêûresmê de çendîn sirûd û karê hunerî ji aliyê hunermendên Kurd wekî Mîra û Neda, Kalê Ateşîn, Nasir Rezazî û girûpeke pêkhatî ji hunermendên Rojavaya Kurdistanê û hunermendekî Kurd ê Bakûra Kurdistanê ve hatin pêşkêşkirin.