Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zêdetir ji 40 dersxwanan bi sedema destengiyê dev ji xwendinê berdan

16:10 - 22 Tebax 2017

Kurdistanmedia: Berpirsyarê Wezareta Perwerdehiya Bîcarê ragehand ku bi sedema destengiyê, zêdetir ji 40 kes ji dersxwanên keç ên Bîcarê biryar dane ku neçin xwendigehê, û pêwîst e ku kesên xêrxwaz bi hawara wan de herin, da ku ew neaçar nebin ku dev ji xwendinê berdin.

Xulamriza Ce`iferî berpirsyarê Wezareta Perwerdehiya Bîcarê di nava koma nûçegihanan de ragehand, ku dersxwan sermayeya herî mezin ya her civakekê ne, ku hewcedarê sermayedanîneke taybet in.

Serbarê vê ku berpirsyarên rejîmê bas ji hebûna pirojeyên nû ji bo perwerdehiya baştir dikin, lê di pirtaîkê de em şahidê bêzariya roj bi rojê zêdetir ya dersxwanan di Îranê de ne. Bo mînak asta hejarî û destengiyê ji aliyekî û ew perê ku berdewam bi hêcetên cur bi cur ji dersxwanan tê wergirtin, û nebûna tu pêşerojeke rohn ji bo wan, û revîna mêjiyan, hemû ser yek dibin sedem ku asta hêvîdariya dersxwanan bi perwerdeyeke baş dakeve xwar.

Ew yek di navçeyên Kurdan de zêdetir eşkere û xûya ye. Gellek caran di demsala zivistanê de, bona dabînkirina sotemeniya xwendingehan, û kirîna alavên hewce bo xwendingehan dersxwana neçar dikin ku dirav (pere) bidin birêveberên xwendingehan.

Ew yek zexteke zêde bo dersxwanan tîne û dibe yek ji sedmên devberdana ji xwandinê.